Bajarê ku li benda azadbûnê ye; El Bab – II

El Bab piştî dagirkeriya Fransayê bû navendeke giring a bicihbûna gelên Sûriyê. Bab ku rawestgehek li ser rêya Behra Spî, di heman demê de cihekî girîng ê bazirganiyê ye.

El Bab ku li bakurê Sûriyê, li bakurê rojhilat ê Helebê dimîne, mezintirîn bajarê bejî yê vî bajarî ye. Li gorî serjimariya 2004’an gelheya El Bab 300 hezar bûye û 66 hezar jê li navendê dijiyan.

Ji dema ku şerê Sûriyê dest pê kiriye heta bi niha gelheya wê çendî guherîbe jî niha tê texmînkirin ku li navenda bajêr 66 hezar kes dijîn. Piraniya gelheya bajarê ji Erebên Sinnî pêk tê. Bajarê ku ji 11’ê Tîrmeha 2012’an ketibû jê kontrala çeteyên ‘’SÛK’’ê, ji

Mijdara 2013’an ketiye jêr dagirkeriya DAIŞ’ê, ji Çile ya 2014’an ve bi temamî ket bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê.

Gelek mirovên li dinyayê piştî ku Bab kete bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê navê El Bab bihîstin.

El Bab a li herêma Şehbayê di dîrokê de mêvantî ji Eyûbî, împaratoriya Roma, Bîzansê re, ji Emewî, Abbasî, Hamdanî, Mirdasî, Ukaylî, ji bo demeke kurt be jî mêvantî li Dewleta Selçûyî û Împaratoriya Osmanî re kiriye. Piştî feşkilîna Osmaniyan jî ji bo demekê kete bin dagirkeriya Fransiz.

El Bab piştî ku kete bin dagirkeriya Fransa bû navendeke jîgehê ya gelên Sûriyê. El Bab ji bo vebûna li Behra Spî weke rawestgeheke girîng tê qebûlkirin, her wiha ji ber ku li ser xeta bazirganiyê ya Sûriyeyê jî balê dikişîne ser xwe.

Gelheya Babê bi piranî Ereb be jî Ereb, Kurd, Tirkmen û gelek baweri lê dijîn. Li bajêr kêm bin jî Ermen, Asûrî, Yahûdî û Çerkez hene.

2011’an gelên Sûriyê rabûn serhildanê û li dijî rejîma heyî ya Baas çalakî dabûne destpêkirin. Lê bersiva rejîma Baas a li dijî van çalakiyan û hewldana tepeserkirinê Sûriye ber bi şerekî navxweyî ve bir.

Komên çete yên xwecih û biyanî yên bi navê Artêşa Azad a Sûrî (AAS) civiyan, li dijî daxwazên gelên Sûriyê yên wekî guherîn, veguherîn, edelat û azadiyê bêbextî kirin û ji bo berjewendiyên xwe, bi taybetî jî ji bo berjewendiyên hêzên navdewletî xizmet kirin.

Piştî AAS El Nusra, DAIŞ, Ehrar El Şam û hwd. Komên El Qaîde tevlî qada Sûriyê bûn. Bi tevlêbûna van koman  a li şerê Sûriyê şerê navxweyî yê Sûrî êdî bû girêka kor.

Komên çete yên wekî DAIŞ, El Nusra, Ehrara El Şam û çeteyên di bin banê Koalîsyona Netewî ya Sûriyê bajarên Sûrî dagir kirin û zor li gel kirin ku koçber bibin. Ev komên çete li deverên ku dagirkariya xwe dikirin, nêrîna xwe ya dinyayê li gund, bajar, bajarokan ferz dikirin û zext, zordarî, êşkence li gel dikirin.

Yek ji van bajarên ku ji hêla van çeteyan ve hatî dagirkirin jî Bab e. Bab destpêka şerê 

GIRINGIYA ROJANE YA BABÊ

Bab li bakurê Sûriyê, li bakurê rojhilat ê Helebê dimîne. Li cihekî wiha stratejîk e ku li ser rêya bazirganiyê ya di navbera Mûsil û Bexdayê de dimîne.

Bab ji bo Heleb, Rakka, Deyr Zor, Ezaz û Cerablûsê cihekî girîng ê jê bihurînê ye. Ji bo vê jî bajar ji bo çeteyên DAIŞ’ê pir girîng e. Ango çeteyên DAIŞ’ê têkiliya xwe ya di navbera Sûriyê û Iraqê ji vê derê pêk tînin.

Dîsa çeteyên DAIŞ’ê li ser vê navendê li xeta Heleb, Rakka, Deyr Zor û Ezazê vedibin û ji deriyê sînor ê Bab El Selama jî li dinyayê vedibin. Her wiha dîsa ji vê navendê çeteyên DAIŞ’ê ji xeta Cerablûs-Tirkiyê çeteyan digihîne Sûriyê  û Iraqê û dîsa bi vê navendê li dinyayê vedibe û êrîşan pêk tîne.

Bajarê El Bab ku bikeve bin kontrola dewleta Tirk û çeteyên ‘’SUK’ê Şêx Meqsûd, Eşrefiye û bi temamî jî dagirkirina Helebê ku di şerê Sûriyê de cihên girîng in, dikeve rojevê.

AVANIYA BABÊ

Li Babê avaniya eşîrtiyê, jiyana wê û têkiliyên eşîretan pir xurt in. Weke Rakkayê li Babê jî nifûsa Ereb zêdetir e. Ev nifûsa Ereb a sinnî têkiliyên xwe yên xurt dîrokî hene bi eşîretên Ereb ên sinnî yên li Rojava Iraqê re.

Li Babê jî weke li Eyn Îsa nifûseke zêde ya Kurdan heye. Lê nifûsa Kurdan di her demên dîrokê de bi awayekî sîstematîk hate kêmkirin.

Beriya ku şerê navxweyî yê li Sûriyê dest pê bike, bi ser Kurdên babê êrîş û koçberkirineke sîstematîk hate rêveberin.

Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyê dest pê kir ev polîtîkayên sîstematîk ên li ser Kurdan hê bêhtir hate jidandin.

Bab hem dema 2011-2014’an ji hêla çeteyên ‘’SUK’ê ve hatî dagirkirin û hem jî dema ku 2014’an ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin, komkujiyên bi ser Kurdan de bêhtir bûn û ji bo ku herêm bi temamî ji Kurdan were valakirin êrîş hatin zêdekirin.

DI ŞERÊ 6 SALAN DE KOÇBERIYEKE MEZIN A BER BI DERVE Û HUNDIR VE PÊK HAT

Li Babê û derdora wê ji ber sedema di şerê di navbera rejîmê û çeteyan de û di navbera çeteyan xwe bi xwe de  bi sed hezaran mirov  ku koçên girseyî bi bîr dixistin hem ber bi Rojava, Tirkiye, Urdun, Libnan û Ewropayê ve çûn.

Kesên ku ji xakên xwe koçber bûn hema hema her roj li peravên Ege, Italyayê jiyana xwe ji dest dan. Îro hê jî di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de bazarên qirêj li ser penaberan çêdibin.

Di şerê qewimî de li qadên ku însan lê nemayîn, berhemên dîtrokî, navendên bazirganiyê ji hêla hêzên rejîmê û çeteyan ve hatin talankirin û li bazarên Tirkiyê hatine firotin.

Ji ber sedema şerê li Sûriyê yê navxweyî ku ev 6 sal in dom dike êdî bûye girêka kor û her roj hovîtiya li herêmê girantir dibe gelên azadîxwaz hatin gel hev û hewl didin bibin bersiv ji daxwazên azadî, wekhevî, guherînê yên gelên Sûriyê re.

Tam di rewşeke wiha de bi mebesta Meclîsa Leşkerî ya Babê ava bibe cîvîn çêbûn. Piştî rêze hevdîtinên di navbera hêzên gel ên azadîxwaz de biryar hate dayin ku Meclîsa Leşkerî ya Babê ava bibe.

DAMEZIRÎNA MECLÎSA LEŞKERÎ YA BABÊ

Piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi operasyoneke serkfetî ya 73 rojan Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, gelê li herêma Babê jî çû rêxistinbûyina leşkerî.

Bi vê armancê jî bi pevgihîna 7 hêzên şoreşger, bi daxuyaniyeke çapemeniyê 7’ê Tebaxa 2016’an Meclîsa Leşkerî ya Babê hate ragihandin.

ARMANCÊN MECLÎSA LEŞKERÎ YA BABÊ

El Bab ji  Çileyê 2014’ân ve ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye dagirkirin.

Armanca herî sereke ya Meclîsa Leşkerî ya Babê ew e ku gelê Babê ji zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike û herêma Babê bi temamî paqij bike.

Meclîsa Leşkerî ya Babê wê li herêma Babê xebatan bike, bibe rêxistinbûyina hezên demokratîk û şoreşger û heta ku temamê Sûrî azad bibe, welatekî demokratîk, jiyaneke azad ava bibe li dijî çeteyên weke DAIŞ’ê şer bike.

Bab hem semboleke şoreşê ye û hem jî wê bibe bingehê Sûriyeyeke demokratîk û piranîxwaz û Meclîsa Leşkerî ya Babê bêyî ku cihêtiyê bixe navbera gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez û Ermenî wê azadî ji wan re bîne.

HÊZÊN KU DI NAV MELCÎSA LEŞKERÎ YA BABÊ DE CIH DIGIRIN

Meclîsa Leşkerî ya Babê ku Fermandariya Giştî Cemal Mûsa dike,  ji konseya rêveber a ji 16 kesan pêk tê. Hêzên ku di nav Meclîsa Leşkerî ya Babê de dimînin:

* Eniya Şoreşgerên Babê * Tugaya Şehîdên Qebasînê
* Tugaya El-Selacîqa * Tabûrên Şehîdên Bejahiya Babê
*Tabûrên Ehrar Erîma * Tugaya Şehîd Sîlo El- Raî
*Tugaya Şehîdên El – Kîêba

CEMAL MÛSA: EM Ê JI DAXWAZA AZADIYÊ YA GELÊN XWE RE BIBIN BERSIV

Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya ku li bejahiya Babê hate dayin Fermandariya Giştî ya Meclîsê Cemal Mûsa xwend.

Cemal Mûsa diyar kir, tundî û krîza ku hêzên herêmî û navnetwî bi pêş dixin êdî ji berê bêhtir civakê bi temamî ji xwe re dikine hedef û got, li gel vê jî di wateya yekîtiya netewî de lêgerînên erênî ne kêm in.

Cemal Mûsa diyar kir gelên li Babê û herêmê dijîn ev 6 sal in bi her cure hovîtiyên çeteyÊn weke DAIŞ û ‘’SÛK’ê re hevrû bûne û diyar kir, di mehên dawî de li herêmê kirinê derexlaqî û dermirovî zêdetir kirine.

Cemal Mûsa diyar kir, çeteyên DAIŞ’ê hewl dide ku avaniya çandî ya pirreng, jiyana hevpar û girêdanên biratiyê bi temamî ji holê rake û got, bi zanebîn Meclîsa Leşkerî ya Babê hate avakirin.

Cemal Mûsa got ji 2011’an ve ew li tevahiya welêt ji bo ku gel ji êrîşên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê biparêzin têdikoşin û bûne xweyî tecrûbeyekê jî.

Cemal Mûsa diyar kir, ew weke hêzên şoreşger ên welatparêz û hemû tabur û tugayên leşkerî yên girêdayî biratiya gelan, ew ê bibin bersiv ji daxwazên azadî, wekhevî, guherînê yên gelên Sûriyê re.

BANG LI GELÊ BABÊ Û KOALÎSYANA NAVNETEWÎ YA DIJÎ DAIŞ’Ê

Cemal Mûsa ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê bang li hemû tabûrên leşkerî, şexsên welatparêz û demokratîk kir ku tevlî Meclîsa Leşkerî ya Babê bibin û got, deriyê me ji van hemû hêzan re vekiriye.

Cemal Mûsa li ser vê bingehê bang li hemû gel û komikên li bejahiya herêmê kir û bi taybetî bang li ciwanan û koçberan kir ku xwe tevlî nav refên Meclîsa Leşkerî ya Babê bikin. Xwest ku hêzên netewî, demokratîk û derdorên ji bo azadkirina gelê li Babê û derdora wê destekê bidine Meclîsa Leşkerî ya Babê.

Mûsa bang li koalîsyona navnetewî ya bi pêşengtiya DYA’yê jî kir ku destekê bidine Meclîsa wan û soz da ku ew Babê û derdora wê rizgar bikin.

ZAROKÊN BABÊ: DAGIRKERÎ WÊ BIŞIKE Û GELÊ ME WÊ AZAD BIBE

Şervanên di nav Meclîsa Leşkerî ya Babê de cih digirin, gotin, dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê wê bişike û zarokên Babê wê xaka xwe azad bikin.
Şervaên ku ji gelên Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkezan pêk tên, gotin, hedef wan wê tenê çeteyên DAIŞ’ê bin û ew kes bin destê wan di xwîna gel geriyaye.

Şervanên di nav meclîsê de cih digirtin bang li jinên ciwan û mêrên Babê kirin ku xwe tevlî nav refên Meclîsa Leşkerî ya Babê bikin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin.