Bajarê berxwedan û baweriyê: Şirnex

Şirnexiyan, li dijî hemû zext û zordariyan axa xwe neterikandin û bi vî rengî barê berxwedan, bawerî û piştgiriyê li ser navê mirovahiyê hilgirtin ser milê xwe. Gelo hê dem nehatiye ku ev bar bê parvekirin?

Hûn bi Şirnexê dizanin? Ew bajarê ku derketina derve ev 7 meh in lê dewam dike. Ew bajarê ku xanî, tax û kolanên wê hatine xerakirin û ji holê hatine rakirin. Şirnex êdî ne mîna berê ye, ku bê bîra mirovan...

Ya ku hewl tê dayîn bê xerakirin û ji holê were rakirin, bîr, ruh, bîranîn û siberoja Şirnexiyan e. Ji ber vê yekê ye, serdest bi tirs û fikar hewl didin mirovên li ser vê xakê ji rastiya xwe dûr bixînin û ji holê rakin.

Ne cara yekê ye. Piştî 24 salan Şirnex careke din tê xerakirin û şewitandin. Di nava çavên vekirî lê nabînin, di nava guhên vekirî lê nabihîzin de tê şewitandin û xerakirin.

Şirnexiyên ku piştî ragihandina "qedexeya derketina derve" neçar man ji malên xwe derkevin, li şûna ku bar bikin bajarên din, li quntara çiyayên Cûdî û Gabarê ku li dora bajarê wan e, kon vedan û li binê van konan dijîn.

Bi qasî sê hezar malbat li vê qadê bi cih bûne û ev der veguheriye wargehek ji konan. Şaredariyên Şirnex û Dêrgulê hewl didin bibin bersiv ji pêdiviyên wan ên rojane re. Lê pirsgirêkên malbatên bi mehan e bêkar in, mezin in.

Qada Konûtlar a ber bi aliyê Şirnexê ve, yek ji cihên kon lê hatine vedan e. Ev konên qels, ji bo parastina ji tavê bi guliyên dara berû hatine girtin. Li pêşiya konan, kedkar cihê ku makîneyên şuştina kincan ên hevpar lê bi cih bikin, amade dikin.

Pirsgirêka avê ya li vê wargehê, bi bîrên artezyenan vê gavê çareser bûye. Malbat bi piştgiriya hev gelek pirsgirêkên xwe çareser dikin. Şirnexî ji bo nan, tenûr ji xwe re çêkirine.

Ji nava konên li vê qadê dengê dengbêjan tê. Em jî berê xwe didin vî dengî. Selahattîn Îgdîş ê 65 salî dibêj, kengî bêriya Şirnexê dike li vê klamê guhdarî dike, berê xwe dide Şirnexê û tûtina xwe dipêç e. Dûre ji me re qalê dike, bê çima bêriya vî bajarî dike, çima ev bajar neterikandiye:

"Kengî dilê min dişewite û bêriyê dikim, radibim cixareyekê dipêçim û li wî alî temaşe dikim. Li guhdarîkirina dengbêj û nûçeyan hez dikim. Ez li wir ji dayik bûm û mezin bûm. Kurê min girtî bû. Min dayik û bavê xwe li wê xakê veşart. Ez nikarim li cihekî din bijîm. Eger me ji vir jî derxîne, em ê biçin ser çiyayekî din û li wir konê xwe vedin. Zivistan nêz e, şev êdî sar e. Dema ax jî cemidî, hingî em nikarin zivistanê li vir bimînin. Mala me xera kirine. Eger qedexe rabe em ê biçin lê binêrin. Tiştek ma be em ê biçin lê bi cih bibin. Wekî din şensê me nîne."

Dema kon hat vedan, erd ax bû. Eger baran dest pê bike wê jiyan li vir jî biherime. Konên heyî herçend mirovan ji tavê diparêzin jî, lê nikarin li ber serma û berfê îdare bikin. Hê ne diyar e bê qedexeya derketina derve ya li Şirnexê kengî bê rakirin. Tê zanîn, zivistan zû tê Şirnexê û gelekî dijwar e.

Tiwalet û cihê xweşuştinê jî ji branda û konan hatine çêkirin. Pirsgirêkên li vê derê gelekî giran jî be, bi piştgirî û baweriyê, gelek prisgirêk hatine çareserkirin.

Li Şirnexê zivistanê berf bi metreyan erdê digire. Bi hezaran mirovên ku bê mal man e, şensê wan kêm e ku di van şert û mercên dijwar de li binê konan bijîn. Şirnexiyan, li dijî hemû zext û zordariyan axa xwe neterikandin û bi vî rengî barê berxwedan, bawerî û piştgiriyê li ser navê mirovahiyê hilgirtin ser milê xwe. Gelo hê dem nehatiye ku ev bar bê parvekirin?

...