Bajarê azadbûyî Minbic, xwerêveberiyê bi sazûman dike

Hevserokên nû yên xwerêveberiya Minbicê diyar kirin ku cara pêşî ye gelên Minbicê yên xwe rê ve dibin, birînên ku zilma DAIŞ’ê çêkiriye, bi rêbazen demokratîk û xwerêveberiya wekhevîxwaz derman dikin.

Minbiç bi Meclîa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD’ê bi operasyoneke 73 rojan, Tebaxa 2016’an ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin. Meclîsa Gel a Minbicê bi civînên berfireh di mijara sazûmankirina xwerêveberiyê de gavên girîng avêt. Di civînê de 132 endamên meclîsê hazir bûn, rêveberiya Minbicê weke ‘’Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Derdora wê’’ hate binavkirin. Hevserokên meclîsa xwerêberiyê hate diyarkirin.

Ibrahîm Kaftan û Zeynep Kambar yên ku weke hevserok hatin hilbijartin berê jî ji bo Minbicê xebat kiribûn, zilma DAIŞ’ê jiyan lê ti carî ew hêviya azadbûna Minbicê ji dest nedabûn.

Kaftan û Kambar, wateya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Derdora Wê’’ vegotin û têkildarî xebatên ku wê ji niha û pê de bikin û helwesta siyasî ji ajansa me re nirxandin.

DI ZINDANÊN DAIŞÊ DE ÊŞKENCE DÎTIN

Kaftan ji Erebê Minbicê ye. Mîmarî kiriye. Dema Şoreşa Sûriyê dest pê dike heta ku DAIŞ Minbicê dagir dike, heta 2014’an xebatên siyasî kriine. Li Minbicê seroktiya Meclîsa Sewra a girêdayî ‘OSO’ li Minbicê kiriye.

Kaftan dema ku DAIŞ dikeve Minbicê tê girtin. 3 mehan di zindanên DAIŞ’ê de ji êşkenceya derbas dibe, lingê wî tê şikandin. Piştî ku DAIŞ wî serbest berdida, 3 mehan li Minbicê dimîne, piştre ji bajêr direve diçe Tirkiyê. Piştî ku Minbic azad dibe li bajêr vedigere û dest bi xebatên Meclîsa Gel a Minbicê dibe. 

 ‘EZ BAWERIYA XWE BI JIYANEKE DEMOKRATÎK LI MINBICÊ TÎNIM’

Kaftan dibêje, ‘’bi gavên demokratîk ên ku em davêjin ez bawer dikim ku Minbic wê azad bibe. Divê em ji bo Minbicê pir bixebitin, ez bawer dikim ku gelê me siberojê wê pir bi demokratîk bijî.’’

‘DEWLETA TIRK DIÇE KÛ LI WIR GEL JI QEWET DIKEVIN’

Kaftan bi berdewamî dibêje gefên dewleta Tirk li ser wan berdewam dikin û wiha didomîne: ‘’Em gelê Minbicê vê qebûl nakin. Em bi rastiya Tirkiyê dizanin. Dewleta Tirk biçe kû li wir di nav gelan de arîşe çêdibin. Gel ji qewet dikevin.’’

 ‘JI BO MINBICÊ PROJEYÊN ME HENE’

Kaftan diyar kir ku modêla xwerêveberiyê li Minbicê bi komîteyan bi giştî pêk tê û got, ‘’Bi rastî jî ji bo ku em Minbicê dîsa xweşik bikin û jiyana demokratîk lê ava bikin gelek projeyên me hene. Em ê van bêhtir bi pêş bixin û raberî meclîs û gelê xwe bikin. Em ê bi destek û pejirandina wan van projeyên xwe pêk bînin.’’

DAIŞ WÊ EW ÎDAM BIKIRA

Hevserok Zeynep Kambar jî ji Kurdê Minbicê ye, mamostetî kiriye. Kambar jî di nav Mala Gel a Minbicê de xebat kirine û hta 2014’an DAIŞ Minbic dagir kirî xebatan dike. DAIŞ li ser Kambar biryar îdamê standibû lê digeriya, 7 mehan li Minbicê di nav malên Erebên Minbicê de xwe vedişêre û ji wir derbasî Efrînê dibe. Li wir jî xebatên xwe dimeşîne û piştî ku Minbic azad dibe vedigere û di Meclîa Gel a Minbicê de cih digire.

‘GELÊ MINBICÊ XWE BI RÊ VE DIBE’

Kambar diyar kir ku gelê Minbicê cara pêşî ye ku xwe bi rê ve dibe û wiha berdewam dike: ‘’Di vê civînê de meclîsa me ya yasaçêker navê Rêveberiya Minbicê diyar kir. Minbic êdî wê bi Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Derdora Wê were birêvebirin. Di vê civînê de her wiha hevserok hatin hilbijarin.’

Kambar bi berdewamî got Minbic cara pêşî ye ku xwe bi rê ve dibe û di demeke kurt de karê girîng  hatin kirin.’’

 ‘EM VÎNBÛNA JINÊ JI XWE RE ESAS DIGIRIN’

Kambar bi berdewamî got, ‘’Jinên Minbicê di dema DAIŞ’ê de pir zilm dît û êş kişand. Hin jê neçar man ku bi çeteyên DAIŞ’ê re bizewicin. Jin hatin recmkirin. Em dixwazin hem projeyên ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan bînin û hem jî dixwazin jin di jiyanê de, di hemû qadan de, di mekanîzmaya rêveberiyê de bibin xwedî vîn, rêxistinbûna jinê em dixwazin xurttir bikin.’’