Azadî û dîsa azadî..!

Ez azadiyê dixwazim. Ji bo azadiyê çi hewce be dixwazim wê bikim. Pir kelevajî ye dema ku şer li me tê ferzkirin em aştiyê ji wan bixwazin. Bêparbûna ji hişmendî, giyan û ûcanê azadiyê heye. Azadî û dîsa azadî...

DESTPÊK..

Sala 2016’an saleke krîtîk bû ku çarenûsa Kurdan diyar kir. Yek ji wan salan bû ku berxwedanên bêhempa ên dîrokî hatin jiyîn. Hemû dinyayê êrîşên hovane yên dewleta Tirk dît. Her wiha bû serdemeke wiha ku berxwedana ciwanên Kurd mohra xwe li dîrokê xist. Destana berxwedanê ya civakekê hate nivîsîn ku dihate gotin, ‘’çi jî dibe bila bibe em ê qet serê xwe netewînin’’

Dewleta Tirk bi dorpêçkirina bajarên berxwedêr hewl da veşêre bê ka li wan bajaran çi dibe. Şerekî ku bi mehan dom kirî..û her kesî meraq kir bê ka li wan deveran çi dibe. Şerekî ne dadmend ku li dijî deh ciwanan bi hezaran leşker, polîs şer dikirin…

Dewleta Tirk ew bajar hemû kavil kirin, şewitandin. Jê weye ku li pey xwe ti delîl nehiştine. Lê berxwederan tişta ku jiyîn weke ku nîşeyan li dîrokê deynin, wan li rojnivîskan nivîsîn. Niha dema ku ev belge derdikevin holê diyar dibe ku li wan bajaran çi hate jiyîn. Û berxwedanên ku hatine jiyîn nîşan dide bê ka dewleta Tirk, artêşa wê çi berdêl dane.

Yek ji rojnivîskan jî ya Zerya Denîz Amed e, bi navê fermî Ayşe Kaçar ku di Berxwedana Şirnexê de yek ji fermandara YPS-JIN a Şirnexê bû.

Yek ji fermandara YPS-JIN Zerya Denîz Amed a ku di nav Berxwedan Şirnexê de bû, ya ku mohra xwe li dîroka azadiya Kurda daye, her kêlîka ku şahidî jê re kiriye, li wê taxa ku lê bû li qelemê daye. Zerya Denîz Amed nivîsiye bê ka di nav tercîhên koledarî û azadiyê de berxwedêrên Kurd heta dilopa dawî ya xwîna xwe, di ber azadiyê de çawa şer kirine. Rojnivîsk bi zimanekî fesîh hatiye nivîsîn, wê kêliyê hema çi hîs kiribe.

Hin beş ji wê rojnivîskê…

Li Şirnexê çi bûbû?

Hikûmeta AKP’ê ya ku di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de bi ser neketî li dijî Kurdan dîsa şer ragihand. Di nav vê çarçoweyê de êrîşa bi ser ‘’Xwerêveberiya Demokratîk’ de a ku Meclîsa Gel a Şirnexê 10’ê Tebaxa 2015’an ragihandibû, konsepteke nû ya şer bi xwe re anî. Dewleta Tirk a ku qira Kurdan dabû ber xwe, têkçûna xwe ya siyasî dixwest bi şer tine bike. Di nav vê çarçoweyê de êrîşa bi ser Şirnexê de ya ku Îlonê dest pê kirî Berxwedan Şirnexê ya  ku 14’ê Adarê hatî asta herî bilind û heta 3’yê Hezîrana 2016’an dom kir. Artêşa Tirk a ku di Berxwedana Şirnexê de pir windahî dan, bi ser gelê sivîl de êrîşên komkuj berdewam kir.

DESTPÊKA NIVÎSÎNÊ: 06 SIBAT 2016

Ne têkçûn, devjêberdan

Xilas dike mirovan

Ji bo vê jî dviê tim, bê navber

Mirov bimeşe 

Bi Zeryanî

5 DILÊR WIHA LI ERDÊ DIRÊJBÛYÎ

Duh li Bahçelîevler dijmin derbeke giran xwariye. Lê şehîdên me hene. 5 heval şehîd bûne. Yilmaz, Xwînrêj, Koçer, Agir, Rojbîn. Dîmen hene, ketine û li erdê dirêj bûne. Singeke gerîla, wiha parçebûyî, li bêserûberiyê dinere. Li ser bedenan qulikên mezin ên ku hatine vekirin.

Em û heval Yilmaz em îsal tim bi hev re bûn. Di pratîkê de em tim bi hev re xebitîn. Û yên din.. Piştî wan wêneyên ku xwîn li kenê wan ketî, pir giran e ku mirov wan li bin dîwarekî parçebûyî bibîne. Û careke dî jî ez nebînim ciwanên Kurd li erdê dirêj bûne, ji bo ku wan wêneyan nebînim ez ê şer bikim.

LI GER HER TIŞTÎ

Û Asya, Rojbîna me, ez hê jî bawer nakim. Mirinê çawa dikarîbû wî canê wê yê weke cîvayê bû rawestîne. Berekî çawa dikarîbû di dilê wê de xwe biçikizîne. Herî dawî em axivîn û me nîqaş kir. Wiha bi dirêjî dilê xwe got, min guhdar kir. Lê baş diponijî û hûr dibû. Herî dawî pêşniyar kir ku çalakiya fedaî bike. Wê bi tena serê xwe dikarîbû hedefê bihêrifîne, keça fedaî, Rojbîna min. Pir dereng bi şehîdbûna wê hisiyam, pir hêrs bûm. Çawa ku min bihîst divê biçûma. Min ê xwîna li ser rû û çavê wê paqij bikira. Lê nebû, min nikarîbû xatir bixwazim, min nikarîbû maç bikim. Ez ê tim li hevrêbûna me xwedî derbikevim. Ez ê xwîna wê li erdê nehêlim. Sond. Li gel her tiştî têkoşîn berdewam dike, xebatên giran berdewam dikin. Min bêriya çiya û gerîla kir. Ez wiha li Cûdî dinerim û kurmê bêrîkirina xwe dişkînim. Dîren jî li wir e, ji dilê xwe slav dikim. Çiyayîbûn, zexmbûn…

Mêjiyê min tije ye, dîsa jî cih heye. Hêleke min ew can in ku bi biryardariya fedaî dimeşin. Ez ê tim bi wê rastiyê bimeşim, bi şehîdan re…

DÎSA JÎ AZADÎ, AZADÎ…

Barîkat, xendek, mayin, li her deverê dengê guleyan, mirovên ku hatine kuştin. Û ez aştiyê naxwazim, ez azadiyê dixwazim. Ji bo azadiyê çi hewce be dixwazim wêb ikim. Pir kelevajî ye dema ku şer li me ferz dikin, mirov aştiyê bixwaze, ji wan ên ku şer me li me ferz dikin. Bêparbûna ji hiş, giyan, ûcdanê azadiyê heye. Ev e ya ku di şêwazê de xwe der dike. Dîsa jî azadî, azadî…

LEHENGÊ MEZIN Ê BERXWEDANÊ: HACÎ LOKMAN BÎRLÎK

Ez diçime taxa Dîcle. Û ciwanek dibêje, li vir şehîd bû. Cihê ku ketî û piştre ew lê kaş kirin. Xwîn jî nîn e, şop nîn e lê li her deverê navê wî heye, wêneyên wî hene. Li gel ku min qet nedîtiye jî, bi min weke dostekî nas e.
Navê wî Hacî Lokman Bîrlîk..

Li Şirnexê navê ku min herî pir bihîstî. Her kes têkildarî w îtiştekî dibêje. Wiha bandoreke kûr hiştiye bi helwest, hevaltî û milîtaniya xwe. Û her carê dema ku di wî cihî re ku ew lê hatî kuştin derbas dibim, wî bi bîr tînim û hîs dikim. Di agirê hêrsa wî ya mezin de hêrsa min vêdikeve, dibe agir. Ez dilê wî di dilê xwe de hîs dikim. Piştre êşek tê xwe li dilê min datîne. Çawa tu kaş kirin, bedena te li pey wan panzêran. Kesekî tu dernexistî, xwe ji te re nekirin bend?..

Mirov wiha bi rehetî dimire? Lehengek wiha diçe?

Li ser dîwaran navê te heye, tê gotin wê xwîna te li ser erdê nemîne. Rastiya şehîdan a ku xwîna te jî tevlî wan bûye, wê heq ji xaîtiyê derkeve, dilê te wê pişta hemû dilê newêrek bide erdê.

Wê di hilma te de germ bike ev welat. Bihar wê bi xwîna te hêşîn bibin, wê şevreşkên me li erdê xîne.

Her ku bêrî, xeyal mezin dibin, bêhtir dixwazin mezin bibin. Weke Hacî Lokman Bîrlîk, Rojbîn, Yilmaz, Koçer, Agir, Xwînrêj, Serhat, Şervan û gelek lehengên din..

LI CÎZÎRÊ 60 KES HATIN KUŞTIN

Ez ji taxa Dîcle çûme taxa Cumhuriyetê. Ji sibehê ve pir hêrsbûyî me, ji dilê min nayê ku biaxivim. Rewşa wan qet ne baş e. Tê gotin li Cizîrê 60 kes hatine kuştin. Di wêneyan de can parçe bûne, bûne xwelî. Wiha parî parî ne, nikarim binerim. Sînorekî şer jî nîn e?

KOMPLO DI SALA 18. DE YE

Laneta Sibatê di min geriyaye. Komplo kete sala 18’an. Ev 18 sal in me nekarî ku Rêbertiya xwe ji esaretê xilas bikin. Her ku salên esaretê zêde dibin, laneta komployê weke şevreşkekê bi ser me de tê. Çawa me karî vê ragirin, çawa me ev qebûl kir û me sal dirêj kirin..

HEMÛ BAJAR HEJIYA

Li taxa Yeniyê, Tekserê mayinekî 600 kîloyî teqiya û hemû bajar hejiya.

Ji aliyekî dibezim aliyekî. Ez hesrata wê me ku 2 şevan li taxekê bimînim. Ev rewş ji vîna min jî derbas dike. Me bihîst ku Nurhak şehîd bû. Lê hê ne zelal e. Çalakiyên ku têne kirin têhna min naşkîne. Divê em çalakiyên meztir bikin. Hin hewldan hene. Encam qels in..

ÎMHAYA KURDAN DIKIN HEDEF

16’ê mehê li taxa Dîcle sûîqast li Çekdar kirin. Gotin hestiyên piyên wî parçe bûne û bi giranî birîndar e. Birin nexweşxaneyê. Polîsan ew înfaz kir. Hemû saziyên dewletê îmhaya Kurdan dane ber xwe. Nexweşan, birîndaran tedawî nakin. Em bi israr dixwzin taxa Îsmetê bigirin. Hazirî temam in. Çend roj berê dema ku me cihê barîkatan diyar dikir, hin ji Tataran ku bi devletê re hevkar in çek şixulandin. Roja dî jî li me reşandin. Hevalê Delîl birîndar bû. Kuçeya ku ew jê kaşkirin tim xwîn e.. Hin Tatarên ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, li dijî me rahiştine çekê. Birîna heval Delîl sivik bû. Roja dî giran bû. Du caran mudahele lê hate kirin. Delîl niha baş e, lê zêde ne xurt e.
Dema ku em bi Delîl re dilebikîn, ji Mijiniyê gotin heval Bedrî birîndar bûye. Me ew jî anî. Xurt e lê destê rastê parçe bûye. Dibe ku seqet bimîne.

EM Ê DI DESTPÊKÊ DE LÊ BIDIN

Ji bo girtina taxa Îsmet em israr dikin. Divê bi lez tevbigerin. Ji ber ku amadekariya operasyonê ya dijmin heye. Em ê di destpêkê de lê bidin. Û em ê li dilê wan bidin. Lê belê hin amadekarî qels in. Eger em bi rêbazeke nû şer nekin, wê rewş giran bibe.

NE HETA MIRINÊ, EM Ê HETA PIŞTÎ MIRINÊ LI BER XWE BIDIN

Şer niha li Şirnexê giran e. Em agahiyên berfireh nizanin. Cizîrê heta dawiyê li ber xwe da. Serî netewand. Lê belê qir kirin. Zêdeyî 200 mirov kuştin. Herî dawî dîsa wêne ji morgê hatin. Kes nedihat naskirin. Hovîtiyeke mezin li cenazeyan hatibû kirin. Dixwazin Kurdîtiyê bi temamî bikujin. Berdêla vê çibe, em ê bidin. Lê belê em ê ti carî serî netewînin. Ya ku dibe para me, berxwedan e. Ne heta mirinê, em ê heta piştî mirinê li ber xwe bidin.

BÊDENGIYA LI ŞIRNEXÊ DEWAM DIKE

Li derve baran dibare. Li Şirnexê bêdengî dewam dike. Şirnex bi bêdengî şil dibe. Bêhna komirê ji bajêr tê. Dema dimeşim bêhnê li min diçikîne. Ji dûkêşa xaniyan dûyekî reş radibe. Yê ku nahêle hawirdor bêdeng be, zarok in. Li vî bajarî, yên baran ne xema wan e, em û zarok in. Nobedarên rojê li nava bendan nobedê digirin.

LI DÊRIK Û HEZEXÊ ŞER GIRAN E

Nûçeyên rojê dişopînim. Li her derê mirin heye. Li Nisêbînê, dayikek hatiye kuştin li pêş çavên zarokên wê. Li Dêrik, Hezex û Geverê şer giran e. Şirnex niha bêdeng e, bi şev dengê çekan tê.

ZINAR RAPERÎN BÊHNA CIZÎRÊ FIREH KIR

Roj sar in, roj aloz in, roj bêdeng in. Bandora çalakiya li Enqereyê gelekî mezin e. Li her derê, dijmin li hemberî çalakiyên fedayî tedbîran digire. Dilê Zinar Raperîn hilm anî ber Cizîrê. Zinar ev pêvajo bi fedayîtiyê tacîdar kir. Bêhna Sûr û Cizîrê fireh kir. Ya ku temamiya Kurdistanê nekarî bike, Zinar bi tenê kir. Bû deng ji bêdengiya me re. Li taxa Îsmet bend tên danîn. Xebat berfireh bûne.

DIJMIN AMADEKARIYÊN XWE ZÊDE KIR

Em ketin meha Adarê. Demsal êdî bihar e. Hewa germ bûye. Serdema gerîla dest pê dike. Ev bi tena serê xwe jî baweriyê dide gel, dide her kesî. Êdî di navbera me de çiya hene. Berxwedana li bajaran bi tenê nîne. Dijmin bi xwe jî bi tirsa vê yekê tevdigere. Haya me jî ji vê heye, lê belê di avêtina gavên şênber de kêmasiyên me çêdibin.

Amadekariyên dijmin zêde bûn. Stokên xwarin û derman heye. Hewl dide gelek cihan bike qereqol. Bİ taybetî sekvanan bi cih dikin. Eger Şirnex jî dest pê bike, xuya ye wê gelekî dijwar be. Em jî ji vê re amade ne. Ez niha li taxa Cûmhûriyetê me. Hevalên nû hene yên hatine. Me nîqaş kir û cihê wezîfeyê diyar kir. 

Zeryan Denîz jî şehîd bû

Fermandara YPS Jin Zeryan Denîz Amed, ji Amedê ye. Ji sala 2004'an û vir ve di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de cih girt û ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya. Tevî emrê xwe yê ciwan jî, li her qadê bi pêşengiyê rabû. Di nava demeke kurt de bû fermandar û di Berxwedana Şirnexê de fermandarî ji hevrêyên jin re kir. Di dema Berxwedana şirnexê de bi rojnivîsa xwe re mîsyona pêşengiyê ji nifşên piştî xwe re ragihand. Di 26'ê Gulana 2016'an de di berxwedana Şirnexê de tevî çar hevalan jiyana xwe ji dest da.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA