BI DÎMEN

Ayhan Bîlgen: Tirkiye sendromeke giran dijî

Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku AKP hem li hundir û hem li derve hemû polîtîkayên xwe bi dijberiya Kurdan, bi armanca têkbirina destketiyên Kurdan pêk tîne.

Berdevkê HDP’ê, Wekîlê Qersê Ayhan Bîlgen mijarên rojevê ji ANF’ê re nirxandin. Bîlgen diyar kir ku AKP ji mêj ve hemû polîtîkayên xwe li gorî şer kod kirine û got,’’’Li dijî polîtîkayên şer bi awayekî xwezayî ya ku li HDP’ê jî dimîne para xwe ragire û li dijî vê li ber xwe bide. Ev ji milekî ve hesabên şexsî ên Erdogan û ji milê dî ve jî lêgerînên bi wê mebestê ne ku tê xwestin arîşeya 100 salî dîsa bi rêbazên cuda bidewisînin’’

'AKP LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN E'

Bîlgen diyar kir polîtîkaya navdewletî ya Tirkiyê bi mebesta astengkirina destkeftiyên Kurdan in û ji bo vê jî AKP bi rikdarî dixwaze li Mûsil û Tilafer be. Bîlgen bi bîr xist ku Tirkiye polîtîkayên xwe yên derbarê rêveberiya Sûriyê de guherandine û sist kirin û bi berdewamî: ‘’Sedema rikdariya wê ya li Babê jî xwedê giravî guherî ye û bi DAIŞ’ê re şer dike. Lê di rastiyê de mebest ew e ku destkeftiyên Kurdan asteng bike. Ango nêzîkatiya dewleta Tirk a li herêmê xwe li ser wê hişmendiyê ava dike ku dibêje, Kurdên li nav xwe ez çendî qels bikim, çi qasî bê karîger bikim, çi qasî zextê li ser wan bikim, bigirim, çi qasî heqê wan ên ku bi dest ve anîna ji dest wan bistînim ez ê ewqasî bikaribim vê kêşeyê texîr bikim.’’

'TIRKIYE SENDROMEKE GIRAN DIJÎ'

Bîlgen diyar kir ku rejîma AKP’ê pir tengezar bûye û got, ‘’Bi BHQ’yên ku ji hêla rejîmê ve têne derxistin, bi qasî ku komeleya malbatên Roboskê bigire, bi qasî ku bîrdariya Roboskê rake, yan jî bi qasî giritna Enstîtiya Kurd ji hêla siyasî ve nikare were şîrovekirin û ji hêla derdorên çandî ve girîngî pê dayin, ku mirov bikaribe bibêje, ketiye rewşeke wiha bi qasî ku yên ku wan dane jî bi dikare bigire’’ Bîlgen diyar kir, desthilatdariya AKP’ê dixwaze wan destkeftiyên Kurdn ên di demên Çîller, Agar de bi dest ve anîna ji dest wan bistîne û got: ‘’Tirkiye sendromeke giran dijî. Krîzeke giran dijî. Erdogan hê jî bi hêviya ku polîtîkayên berê, bi statûkoparêziyê wê berdewam bike, hewl dide ku bi siyaseta nû jî vê bide berdewamkirin.’’

'DIXWAZIN KURDAN BERA HEV BIDIN'

Bîlgen li ser serlêdana Bînalî Yildirim ya li Bexda û Hewlêrê jî got, dewleta Tirk dixwaze wê çavdêriyê bide ku têkiliya wê ya bi hin Kurdan re baş e û li dijî wan xwedî ziman û şêwazeke dî ye, lê di rastiyê de ev parçeyeke ji wê siyasetê ye ku dixwaze Kurdan bi hev bide şerkirin. Bîlgen li ser serlêdana Bexda, Hewlêrê got: ‘’ Ev nêzîkatiyeke wiha ye ku dixwaze yekbûna Kurdan, destkeftiyên hevpar û planên avakirina siberoja hevpar sabote bike. Hê çavên wan bar nagire ku Kurd li şanoya Kurdî binerin, çavên wan li televizyonên Kurdî bar nagire û xêze fîlmên Kurdî ranagire. Lê li başûrê Kurdistanê qaşo bi tevgereke dî ya Kurd re xwedan têkiliyeke baş in. Ev ti pêbaweriyê nade û li hev nake.  Lîstika klasîk e; dixwazin bibêjin, binerin ti pirsgirêka me bi we Kurdan re nîne. Li hêla din jî kemînê datînin da ku Kurd bi hev re tevnegerin. Hemû kul û derdê Tirkiyê ewe ku Kurd nebin xwedî tiştekî. Ku mijar ev be carinan dikarin bi paş ve gavan jî bavêjin. Bi Ebadî re ku duh heqeret lê dikirin, dikarin wêneyan jî bigirin û gotina xwe ya ‘’Derketina ji Başîka derketina ji Colemergê ye’’ dikarin ji bîr bikin û niha leşkerên Tirk ji wir vedikişin.’’

'JI DESTÛRA KU BÊHNA TRIK JÊ DIFÛRE EM Ê BIBÊJIN, NA'

Bîlgen diyar kir destûra ku bi hevalbendiya AKP-MHP hatiye meclîsê, ku xwedê giravî wê manûnemana Tirkiyê çareser bike û got, ‘’bi gotina wan, li ser mijara ‘destûra ku Tirk jê difûre’’ hevalbendiya xwe danîne.’’ Bîlgen piştî ku li ser hevalbendiya navborî mînak dan, li dijî sîstema yek-zilamiyê pêşniyara çareseriyê da: ‘’Mînak, dema ku yekî HDP’yî qirkirina Ermenan vedibêje, her sê partî dibine yek. Çawa ku di mijara darizandina wekîlan de her sê partî bûbin yek, çawa ku di mijara şandina leşkeran de a ji bo Iraq, Sûriyê bûne yek, çawa ku bûne yek ku leşkerên li Sûr, Nisêbîn, Cizîrê ji ber sûcan neyên darizandin, îro jî di mijarên krîtîk de dibine yek. Heke ev pêvajo biçe referandûmê girîng e bê ka civak wê çi bibêje. Bi awayekî zelal, li dijî sîstema yek zilamiyê û ji bo zêdetir berdêl neyên dayin, divê bi awayekî xurt, ‘na’’ were gotin.’’

'HETA KU ÊRÎŞÊN LI SER KURDAN DOMDAR BIN, GEL WÊ REHET NEBIN'

Bîlgen bi berdewamî got: ‘’Li dijî vê rewşê tişta ku em bikin pir zelal e. Divê kemîna ku meqesê ku di navbera civak û siyasetê de vedikin were pûçkirin, rêxistinî û têkoşîna vê dive were nîşandan. Di dîrokê de ti heq bê têkoşîn nehatine bidestxistin. Li gel hemû dijwarî û êşan, ji bo êşên girantir neyên jiyîn, hem li Tirkiyê bi hêzên ku me re û hem j îli Kurdistanê divê em rawesta karîger birêxistin bikin. Ev êdî pir zelal e; heta ku li Tirkiyê dîktatorî sazkar bibe Kurd wê ne rehet bin. Berevajî vê jî; heta ku êrîşên li ser Kurdan hebin, ne Tirk û ne jî gelên din wê ne azad bin û ne rehet bin. HDP  ji bo hemû kesî ku bi problemên wan bi sîstemê re hene, divê siyasetê biafirîne.’’