Aşût li ber dirûşmên 'Kujer dewlet wê hesab bide" hat veşartin

Cenazeyê Rafet Aşût (23) ê li Cizîrê bi guleya polîsan birîndar û piştre jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi deh hezaran kesî ve hat veşartin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, cenazeyê ciwanê bi navê Rafet Aşût (23) ê di 9 Mijdarê de bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû û piştî 14 rojan li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da hat definkirin. Piştî kar û barê otopsiyê cenazeyê Aşêt ji hêla malbata wî ve hat wergirtin û bi konvoyekê birin Cizîrê. Bi hezaran welatiyên danê sibehê li ser kolana Arîn Mîrxan kom bûn cenazeyê Aşût li pêşiya navçeyê de bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" pêşwazî kirin. Dema cenaze ket hundirê Cizîrê hemû esnafan dikanên xwe girtin û tevlî merasîmê bûn. Her wiha xwendekarên dibistanan jî dest ji dersên xwe berdan û ketin pêşiya meşê. Welatiyan alên PKK'ê û wêneyên Aşût hilgirtin û bi dirûşma "Tolhildan" heta ber mala malbata wî meşiyan. Cenazeyê Aşût ji bo xatirxwestinê ewilî birin mala wî ya li Deriyê Çiyê. Li vir jinên çarikên reşên li xwe kiribûn bi tilîliyan pêşwazî kirin. 

Xizmên Aşût sêniya hinê hilgirtin û çûn pêşiya cenazeyê Aşût. Welatiyan jî bênavber dirûşma "Kujer dewlet wê hesab bide" berz kirin. Piştî demekê girseya gel cenazeyê Aşût li ser milên xwe kir û ber bi Şehîdgeha Bêrîvan ve dest bi meşê kirin.

Li şehîdgehê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Şaxa MEYADER'ê yê Cizîrê Mele Kasim Yîgît axivî. Yîgît diyar kir ku dewlet bi awayekî hovane êrîşî ser gelê kurd dike û ev tişt anî ziman: "Ev 40 sal in em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin."

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku Aşût li ber deriyê mala xwe ji hêla polîsan hat kuştin û wiha axivî: "Hêviyên Aşût hebûn lê guleya polîsan ev nîvco hiştin. Aşût destgirî bû û amadehiya zewacê dikir. Lê kujeran nehişt ku ew bigihêje mirazê xwe. Dewletê destê destigirya Aşût vala hişt. " 

Sariyildiz anî ziman ku dewlet bi komkujiyan hewl dide çavê gelê Kurd bitirsine û wiha pê de çû: "Em qet natirsin. Ew çiqas derketina kolanan qedexe bikin û êrîş bikin jî em ê li ber xwe bidin. Duh Cizîr bû îro Nisêbînê ye. Em ê ji bo Nisêbînê ji derkevin qadan."

Li ser navê malbatê apê wî Mehmet Aşût jî got ku Rafet bûye şehîdê Kurdistanê û sersaxî ji bo hemû gelê Kurd xwest.

Piştî axaftinan cenazeyê Aşût bi tilîliyan defin kirin.