Aslan: îdîayên êşkenceyê yên li ser gund rast in

Şandeya ku xwest biçe gundê Xirabê Baba hate astengkirin. Ji nav şandeyê Wekîlê HDP’ê Aslan diyar kir ku gotinên têkildarî êşkenceyê rast in.

Dorpêça dewleta Tirk a li ser gundê Xirabê Bava ya Nisêbînê ya ku ji 14’ê Sibatê ve dest pê kiriye didome. Şandeyeke ku ji Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Wekîlê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan û gundiyan pêk hatî îro dîsa xwe ku xwe bigihîne gund lê dîsa destûr nehate dayin. Şandeyê û gundiyan li ser rêya gund dîsa çalakiya rûniştinê dana destpêkirin. Li ser rêya ku teqwîyeya wesayita gilêşê û ambûlansan berdewam dike.

Aslan diyar kir ku gotinên êşkenceyê yên li ser gund rast in û gundiyên ku wan xwe gihandine ji wan re ev gotine. Aslan diyar kir ku kesên îro ji binçav derketine gotine êşkence li wan kirine.

Aslan got: ‘’Li Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnexê û deverên ku qedexeya derketina derve lê hebû me gotibû ku êşkenceyên ji van xirabtir hene. Mînaka herî berbiçav jî jêrzemînên li Cizîrê bûn. Wê demê jî dihate gotin ku JOH û POH tiştên wiha nakin û propagandaya rêxistinê dikin. Niha jî heman tiştî dibêjin. Ya ku em meraq dikin ev e; siberojê wê vê bikin sûkra kîjan rêxistinê. Li vir berpirs ew in.’’

‘WÊ HESAB BIDIN’

Wekîlê HDP’ê Mehmet Alî Aslasn diyar ku li du gundên din ên Nisêbînê jî qedexe hatiye danîn û wiha got: ‘’Tişta ku li van deran bûye dixwazin binixumînin. Kengî jî be wê li pêş darazê hesabê vê bidin. Em ê jî heta dawiyê li pey wan bin.’’