Aslan ê HDP’yî: Yekîneyên qesrê hildiweşînin, dişewitînin û talan dikin

Parlamenterê HDP’ê Mehmet Alî Aslan: Bi nêzîkatiyên herî hovane û barbar êrîşî bajarên me dikin. Ne tenê ev, li gundên Suryaniyan jî yên li Bagokê operasyonên leşkerî pêk tînin, bombe dikin. Ev yekîneyên qesrê her cihî hildiweşînin, dişewitînin.

Li Nisêbînê ku qedexeya derketina kolanan ketiye roja 13. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan diyar kir ku hemû hêzên Kurdistanî bi terora dewletê re rû bi rû ne û got: “Ev tenê dijminê mirovatiyê ne. Dijminê zanist û dîrokê ne jî. Tehemula wan ji tiştekî re nîne. Bi nêzîkatiyên herî hovane û barbar êrîşî bajarên me dikin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan têkildarî terora dewletê ya li Nisêbînê ji ANF’ê re axivî. Atalan got: “Roja 13. qedexeya derketina derve heye. Hêzên dewletê tenê li taxan sivîlan bombe nake. Depoyên avê yên li ser banan gulebaran û bombe dikin. Jixwe av nîne bi vî awayî jî ava di destê gel de digirin. Dixwazin gel, sivîlan bi tîbûn û birçîbûnê bişkînin. Xwarin û ava gel qediya. Li ti deverê cîhanê evqasî demdirêj qedexeya derketina kolanan çênebûye. Kesên behsa demokrasiyê dikin li Nisêbînê gel bi pêkanînên derveyî mirovatiyê bi mirinê re rû bi rû dihêlin.”

YEKÎNEYÊN QESRÊ ÊRÎŞÎ DEVERÊN PÎROZ DIKIN

Aslan bi bîr xist ku Dêra Mor Yakûp bûye hedefa êrîşên tîmên taybet, komkujiya li Nisêbînê ji aliyê Qesra Spî ve tê rêveberirin û got: “Me agahî girt ku yekemîn zanîngeha cîhanê Dêra Mor Yakûp bombe kirine. Ev tenê dijminê mirovatiyê ne. Dijminê zanist û dîrokê ne jî. Tehemula wan ji tiştekî re nîne. Bi nêzîkatiyên herî hovane û barbar êrîşî bajarên me dikin. Ne tenê ev, li gundên Suryaniyan jî yên li Bagokê operasyonên leşkerî pêk tînin, bombe dikin. Ev yekîneyên qesrê her cihî hildiweşînin, dişewitînin. Divê Êdî cîhan vê bibîne û ji vê zilmê re bêje bes e”

Atalan wiha dewam kir: “Mîna li hemberî wan welatên dijmin hene êrîş dikin. Lê li hemberî wan gelê sivîl heye. Li ti deverê rewatiya kesên gelê xwe bombe dikin, qetil dikin, bi dorpêçkirinan qirkirinan armanc dikin nîne. Heta niha 9 kes hatine qetilkirin. 21 birîndar hene. Di dîrokê de cara yekemîn Rêya Îpekê li trafîkê hat girtin.”