Artêşa Tirk zarokek qetilkir, li gel dayîk û bavê wê 4 sivîl jî radestî çeteyên El-Nusra kirin

Artêşa Tirk a dagirker zaroka bi navê Rûheyv qetilkiri, li gel bav û dayîka wê ya birîndarkirin,4 kesên sivîl jî radestî çeteyên Cebhet El-Nusra kirin.

Artêşa Tirk li ser sînor ne tenê sivîlan qetildike êdî wan radestî çeteyên mîna Cebhet El-Nusra jî dike.

Malbata Ferzend Ferzend ê ji gundê Memela yê girêdayî navçeya Mobata ya Kantona Efrînê û ji heman gundî malbateke dîtir berî 2 rojan dixwestin nêzî gundê Sorike yê girêdayî navçeya Raco derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

Dema ku her 2 malbatan xwetin sînor derbas bikin ji aliyê artêşa Tirk ve hatin gulebarankirin û zaroka bi navê Rûheyv Ferzende ya 6 salî qetilkir. Bavê Rûheyv Ferzende û dayîka wê Zeyneb birîndar kiribûn.

Kiryarên leşkrên artêşa Tirk bi kuştin û birîndarkirine sînordar nebibû , bav, dayîka Rûheyv û 4 kesên din ên bi wan re bûn di Deriyê Bab El-Hewa yê Îdlibê re radestî çeteyên Cebhet El-Nusra kirin.

Navê kesên ku artêşa Tirk ew radestî çeteyên Cebhet El-Nusra kirin wiha ne:

Bêrîvan Birîmo, Bêrîvan Dawûd, Hesen Cemîl Kolîn û kesekî navê wî nehate naskirin.

Malbata Ferzende yên li gundê Memela ya navçeya Mobata dimîne got ku leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyeyê malbata wan di Deriyê Bab El-Hewa yê Îdlibê re radestî çeteyên Cebhet El-Nusra kirine û li ser rewşa wan ti agahî di destê wan de nîne. Malbata Ferzende got ku leşkerên Tirk cenazeya zaroka wan Rûheyv radestî malbatên wan ên li Bakurê Kurdistanê kirine.