Artêşa Tirk ya dagirker Til Rifet û Şêx Îsa topbaran dike

Artêşa Tirk ya dagirker bajarokê Til Rifet û gundê Şêx Îsa bi fûzeyên katûşan topbaran dike.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a ANHA'yê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi fûzeyên Katûşan ku ji bajarokê Marî dest bi topbarana bajarokê Til Rifet (Arfad) û gundê Şêx Îsa yên girêdayî herêma Şehbayê dikin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ziyanekî mezin gihiştiye mal û milkên welatiyê herêmê û topbarana artêşa Tirk ya dagirker didome.

Hat bibîrxistin ku artêşa Tirk a dagirker di 24′ê Tebaxa sala 2016′an de, bajarê Cerabulsê dagir kir û ji wî demî ve gundên herêmên Şahbayê û Kantona Efrînê topbaran dike.