Artêşa Tirk welatiyekî Rojava birîndar kir
Cotkarekî ku dema zeviyê xwe av dida ji aliyê artêşa Tirk ve hate hedefkirin û birîndar bû.
Cotkarekî ku dema zeviyê xwe av dida ji aliyê artêşa Tirk ve hate hedefkirin û birîndar bû.
Li gorî malpera fermî ya Hêzên Asayîşê artêşa Tirk cotkarê bi navê Abdulqadir Mustefa El-Xelef dema ku di nava zeviyên xwe de bû gulebaran kir.
El-Xelef dema ku 1 km dûrî sînor zeviyê xwe av dida ji aliyê artêşa Tirk ve hate hedefkirin û leşkeran ew gulebaran kirin. El-Xelef di encama gulebarana artêşa Tirk de ji destê xwe yê rastê birîndar bû.
Birayê El-Xelef ew bir Nexweşxaneya Roj a Serekaniyê. Li gorî bijîşkan hestiyên El-Xelef derbe xwarine û şikestine.