Artêşa Tirk li sînorê Efrînê tankan bi cih dike

Li herêma Şehbayê şer bi dijwarî dewam dike, artêşa Tirk tankan vediguhezîne sînorê Efrînê. Her wiha li sînor pêgerên hewayî yên keşfê digerin.

Artêşa Tirk li ser sînorê di navbera Kantona Efrînê û Bakurê Kurdistanê de 8 tank bi cih kirin. Artêşa Tirk tankên xwe li beramberî gundê Dêr Belût heta gundê Nesriyê yên girêdayî navçeya Cindirêsê bi cih kirine.

Hate destnîşankirin ku artêşa Tirk obusan vediguhezîne qereqola xwe ya li beramberî gundê Merwaniyê ya girêdayî navçeya Şiyê. Her wiha pêgerên hewayî yên keşfê jî  li ser vê herêmê digerin. Artêşa Tirk a dagirker ji 19`ê Cotmehê û vir ve gundên Kantona Efrînê topbaran dike û heta niha zêdetirî 100 obus û hewan avêtine van gundan.