Artêşa Tirk li Şemzînanê dîsa derbeyên giran xwarin

Leşkerên artêşa Tirk ên li Şemzînanê derketin operasyonê li ser hev derbeyan ji gerîlayên HPG/YJA Starê dixwin. Di çalakiyên duh de 15 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand, der heqê operasyona li Şemzînanê agahî da û got; “28’ê Îlonê artêşa TC xwe li qada gundê Serero yê girêdayî qada Şemzînan a Colemêrgê bi cih kiriye. Hêzên me saet 18.30’an li dijî leşkerên ku li girê qada Serero bi cih bûne, ji 2 baskan çalakî li dar xistin. Baskê yekemîn ji mesafeyek nêz li leşkeran da û 8 leşker hatin kuştin. Baskê duyemîn jî bi çekên giran li leşkeran dan û li vir jî 4 leşker hatin kuştin. Dîsa di çalakiyên sûîqestê de 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Di van çalakiyan de bi giştî 15 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê saet 22.00’an artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirine. Ev çalakî di şexsê hevalên me Ezda Avesta (Sitî Karatay) û Viyan Dîlara (Fadîle Işik) de ji bo bîranîna hevalên me yên şehîd ên pêvajoya dawî hatine lidarxistin.

Operasyona artêşa TC a ku 19’ê Îlonê li qadên Geliyê Helena, Geliyê Genavê û Kanî Guzkê yên girêdayî qada Şemzînanê dabû destpêkirin, 27’ê Îlonê bêencam vekişiyaye.”

HPG’ê di daxuyaniya xwe de got; “Operasyona artêşa TC a ku li qada Mêrgezerê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dabû destpêkirin dewam dike. 29’ê Îlonê saet 06.00-09.00’an artêşa TC bi hejmarek zêde helîkopterên Skorsky ve li qada mabeyna gundê Kadya û derbenda Zeytûna yên girêdayî Geverê leşker danîne.

29’ê Îlonê saet 13.40’an hêzên me li dijî leşkerên ku li qereqola Tepê Ortê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çeper dikolan, çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

28’ê Îlonê saet 13.40’an artêşa TC a ku ket gundê Dawûşa ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê, li vir bi tankan li 2 malan dan û xira kirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di berdewama daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

“27’ê Îlonê artêşa TC bi tevlîbûna hêzên çekdar ên ji Şirnex, Wan û Colemêrgê, li qadên  Faraşîn, Çalyan, Tilşînê, Kela Cengê, Kanî Bihuştê, Tepê Komando, Gundê Çarçella, Kela Meyrokê, Kela Nix, Kunavê, Melixan, Bêrê Şînê, Tepê Leyzik û Derbenda Gundê Dêrê yên girêdayî Elkê operasyonek berfireh daye destpêkirin. Detayên têkîldarî vê operasyonê wê piştre bêne ragihandin.

29’ê Îlonê saet 11.30’an gerîlayên me yên YJA Starê li dijî qereqola Werzikê ya girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê çalakiyek sûîqestê li dar xistin. Li vir leşkerek hate kuştin.

28’ê Îlonê piştî nîvro saet 15.00-17.00’an li ser qada Kerboranê pêgera hewayî ya keşfê geriya. Dijmin bi awayekî berfireh leşkeran vediguheze qada Kerboranê.

29’ê Îlonê saet 15.30’an hêzên me li dijî Tabûra li bajarokê Gundikê Melê ya Şirnexê 2 çalakiyên sûîqestê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Silopiyayê hate lidarxistin.

3 rojên dawî, artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve leşkeran vediguheze navçeyên Licê, Pasûr û Hezro yên Amedê. Roja 29’ê Îlonê ev sewqiyat li navçeya Hênê zêde bûye. Li van qadan amadekariyên operasyonan tê kirin.”