Artêşa Tirk li Mêrdînê dest bi operasyonê kir

Piştî ku li 7 gundên navçeyên Kerboran û Mîdyatê yên Mêrdînê derketina derve hate qedexekirin, bi hejmareke zêde ya leşkeran operasyonê dest pê kir.

Li gundên Tanyerî, Gizre, Guvenlî û Yeşîloz ên navçeya Kerboranê û li gundên Yûmûrtali, Marenka û Dolûca yên navçeya Mîdyatê, derketina derve hate qedexekirin.

Vê qedexeyê ji saet 08:00 ê vê sibehê ve dest pê kir. Piştre bi beşdariya gelek leşker û cerdevanan li vê herêmê operasyon hate destpêkirin. 4 helîkopterên artêşa Tirk jî bombe li herêmê barandin. Destûr ji welatiyan re nayê dayîn ku biçin vê herêmê yan jî ji herêmê derkevin.