Artêşa Tirk li Erzîromê dest bi operasyonê kir
Li navçeya Gogsî ya Erzîromê, artêşa dewleta Tirk li bejahiya gundên Gogsiya Jor, Yahya, Qapakli û Dondara dest bi operasyonê kir.
Li navçeya Gogsî ya Erzîromê, artêşa dewleta Tirk li bejahiya gundên Gogsiya Jor, Yahya, Qapakli û Dondara dest bi operasyonê kir.
Li navçeya Gogsî ya Erzîromê, artêşa dewleta Tirk li bejahiya gundên Gogsiya Jor, Yahya, Qapakli û Dondara dest bi operasyonê kir. Çavkaniyên herêmî gotin, duh bi şev saet di 23:00 de gelek tîmên taybet hatine herêmê û danê sibehê jî sewqiyata leşkerî hatiye kirin.
Li gundê Dondarayê jî, kesê bi navê Tayfûn Çelîk ji aliyê leşkerên Tirk ve hat binçavkirin. Nayê zanîn bê Çelîk çima hatiye binçavkirin û birine ku derê.