Artêşa Tirk li Babê komkujî kir: 12 sivîl hatin kuştin

Artêşa Tirk ku bi bahaneya 'têkoşîna li dijî DAIŞ'ê herêma Şehbayê dagir kir, li Babê komkujiyeke din kir. Ji malbatekê 12 kes hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li Babê hatine girtin, artêşa Tirk a dagirker top avêtin Babê. Di vê êrîşa duh de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Piraniya mirovên hatine kuştin, ji heman malbatê ne.

Navê kesên hatine kuştin: Mihemed Xêr Umer Bethîş û hevsera wî Hemîde Bethîş, Hesen El-Hac Ehmed Bethîş, hevsera wî Nedwa Hemda û pitika wan a 7 mehî, Umer Hisên Bethîş û hevsera wî Adil El-Nacih, El-Hemdo El-Salih, Hessan Umer Bethîş (4), Mihemed Umer Bethîş (3), Mehmûd Hisên Bethîş û hevsera wî Osam, zarokê bi navê Hesan Mehmûd Bethîş û zarokekî navê wî nehat hînbûn.

Di nava 2 mehan de, ji ber êrîşên artêşa Tirk li Babê zêdeyî 400 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan jî birîndar bûn.