NÛ BÛ

Artêşa Tirk gundê Roboskiyê bombe kir, kuştî û birîndar hene

Hat diyarkirin ku artêşa Tirk li gundê Roboskiyê komek kesên ku li ser sînor bazirganî dikirin hedef girt, di komê de kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyên Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encû da, di saetên şevê de komek kesên li ser sînor bazirganî dikirin ji aliyê artêşa Tirk hatin hedefgirtin.

Hat ragihandin ku di bûyerê de kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyên ajansa DÎHA’yê ji Fermandariya Alaya Gulyaziyê, bi topên hewanê êrîşî nuqteya ku qetlîama Roboskiyê lê pêk hatibû kirine.  Hat ragihandin ku li herêma hatiye bomberdûmankirin gelek kesên sivîl hebûn û agahî tên ku kesên birîndar hene.