Artêşa Tirk gundê Hemam bombe dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundê Hemam ê girêdayî Efrînê bombe dike.

Hat ragihandin ku aArtêşa Tirk a dagirker derdora saet 14:55 gundê Hemam ê girêdayî navçeya Cindirêsê topbaran kir. Top li gundê Hemam ketine.

Di encama tobparan kirina artêşa Tirk de mal û zeviyên sivîlan ziyan dîtine. Heyanî niha 20 top li derdora gund ketine û hîna topbaran kirin didome.

Artêşa Tirk a dagirke û çeteyên girêdayî wê yên ku derbên giran ji aliyê Hêzên Şoreşger ve li Herêma Şehbayê xwarin êrîşî jîngehên sivîlan dikin.