Artêşa Tirk êrîşî gundên Minbicê kir
Êrîşên artêşa Tirk ên li axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê dewam dikin. Hêzên dagirker ên Tirk hawan û top avêtin gundên li rojava û bakurê Minbicê.
Êrîşên artêşa Tirk ên li axa Rojava û Bakurê Sûriyeyê dewam dikin. Hêzên dagirker ên Tirk hawan û top avêtin gundên li rojava û bakurê Minbicê.
Hêzên dagirker ên Tirk bi hawan û topan êrîşî bajarokê Erîme kirin, ku bi 20 kîlometreyan li rojavayê Minbicê ye. Top jî avêtin gundên Boledq, Mehsenlî û Ereb Hesen ên li bakurê Minbicê.
Ji ber êrîşê, zerar li cih û warên sivîlan bû. Ji ber tirsa komkujiyê, gundiyan malên xwe terikandin.
Êrîşa bi topan heta danê nîvro dewam kir. 5 topên hawanê li bajarokê Erîme ketin.