Artêşa Tirk dest bi operasyonên provokatîf dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk ji 2’yê Tîrmehê danê sibehê ve li gundên Girê Dêm, Xarik û Kela Gork a Tendureka Agirî operasyonek da destpêkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk ji  2’yê Tîrmehê danê sibehê ve li gundên Girê Dêm, Xarik û Kela Gork a Tendureka Agirî operasyonek da destpêkirin. HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bi destpêkirina operasyona Agirî re ber bi atmosfera şerekî nû ve diçe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk ji  2’yê Tîrmehê danê sibehê ve li gundên Girê Dêm, Xarik û Kela Gork a Tendureka Agirî operasyonek da destpêkirin. HPG’ê da xuyakirin ku operasyon hê didome û got:

“Di navbera 30’ê Hezîranê û 1’ê Tîrmehê de ji aliyê Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ve me bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku artêşa Tirk agirbest yek alî qedandiye û dest bi êrîşên hewayî kiriye. Ev êrîş di rojên dawî de bi êrîşên hewan û obusan li ser heman qadên me didomin.

Artêşa Tirk bi van êrîşan re li Bakurê Kurdistanê li gelek herêman lez daye tevgera leşkerî. Artêşa Tirk vê carê jî, li Agirî operasyon daye destpêkirin û ber bi atmosfera şerekî ve dibe. Di vê çarçoveyê de ji 2’yê Tîrmehê danê sibehê ve li gundên Girê Dêm, Xarik û Kela Gork a Tendureka Agirî operasyonek da destpêkirin. Operasyona li herêmê hê jî didome.”