Artêşa Tirk Çiyayê Garê topbaran dike

Artêşa Tirk çiyayê Garê ya li herêma Behdînan topbaran dike.

Li gorî nûçeya ajansa RojNewsê, artêşa Tirk seat 15:30’an herêma Garê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran kir.

Artêşa Tirk gundên Spîndar û Xelfo yê girêdayî herêma Garê ya parêzgeha Dihokê topbaran dike. Têkîldarî encamên topbaranê tiştekî zelal nehat ragihandin. Di heman nûçeyê de hat gotin ku artêşa Tirk ji qereqolên li pişt çiyayê Metîna û Çelê topan davêje Garê.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku heta van seatan jî topbaran berdewam dike.