Artêşa Tirk bombe li Garê barand
Balafirên şer ên Tirk bombe li Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Balafirên şer ên Tirk bombe li Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku dewleta Tirk di êvara 12'ê Sibatê de careke din êrîşeke berfireh pêk aniye. HPG'ê ragihandin, êrîş ji aliyê gelek balafirên şer ve hatiye kirin û ev agahî da:
"Roja 12'ê Sibatê saet di navbera 18:00 - 20:00 de balafirên şer; qadên Siyane, Çar Kanî, Meroke, Deşta Kafya, Gundê Yekmalê û Gundê Cemşerîtkê yên Garê bombe kirine. Ji ber bomberdûmanê zirar li dehl û rezên gundiyan çêbûye."
TEVGERA HEWAYÎ
HPG'ê diyar kir ku tevger balafirên keşfê û şer jî didome û ev agahî bi raya giştî re parve kir: "12'ê Sibatê saet di navbera 06:30 - 15:00 de li herêma Avaşînê, saet di navbera 07:00-16:00 û 20:00-21:00 de li qada Gundê Fileha yê herêma Zapê, saet di navbera 07:00-16:00 û 18:00-21:30 de li herêma Metîna, 12'ê Sibatê saet di 10:00 heta 13'ê Sibatê (îro) saet di 10:00 li herêma Zapê, roja 12'ê Sİbatê saet di 15:00 heta 13'ê Sibatê saet 06:00 li herêma Garê balafirên keşfê yên bêmirov geriyane.
12'ê Sibatê saet di navbera 11:00-15:00 û 18:00-00:00 de li herêma Zapê û saet di navbera 18:00-21:30 de li herêma Metîna balafirên şer geriyane."
ÊRÎŞA BI OBUS, HAWAN Û TANKAN
Li êrîşa bi obus, hawan û tankan a artêşa Tirk ev agahî hat dayîn:
"Roja 12'ê Sibatê saet di navbera 16:30-17:00 de qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê; qadên Şehîd Gafûr û Dola Bira yên li Avaşînê, saet di navbera 23:30-00:00 de qereqola Oremarê, derdora xwe, saet di navbera 07:30-08:00 de qereqola Êrîş a li navçeya Colemêrg Çelê; qada gundê Şamkê yê herêma Zapê bi obus, hawan û tankan bombe kirine."