Artêşa Tirk a ev du roj in êrîş dike li Bînbîr derbên giran xwar
Piştî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê ya 10’ê Cotmehê hat îlankirin, artêşa Tirk tevgera leşkerî, sewqiyat, operasyonên hewayî û bejahî bênavber didomîne. Di pevçûnên ku li qada Bînbîr rû dan herî kêm 24 leşker hatin kuştin.
ANF
BEHDÎNAN
sêşem, 13 kewçêrê 2015, 16:14
Piştî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê ya 10’ê Cotmehê hat îlankirin, artêşa Tirk tevgera leşkerî, sewqiyat, operasyonên hewayî û bejahî bênavber didomîne. Di pevçûnên ku li qada Bînbîr rû dan herî kêm 24 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk li hemberî herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê operasyonên xwe berfirehtir dike û dimeşîne. Di encama operasyonan de li herêmê pevçûnên dijwar jî diqewimin. Di encama operasyonên artêşa Tirk ên sibeha 12’ê Cotmehê saet 02.00’an de herî kêm 24 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ku piştî 10’ê Cotmehê KCK’ê biryara bêçalaktiyê îlan kir, artêşa Tirk xebatên leşkerî, sewqiyat, operasyonên hewayî û bejahî bênavber, bi heman dijwariyê didomîne.
HPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê operasyonên xwe berfirehtir didomîne û wiha berdewam kir: “Ji ber van operasyonan li herêmê pevçûn jî zêde bûne. Artêşa Tirk li hember biryara me ya bêçalaktiyê, şerê didomand berfirehtir kiriye û bûye encama pevçûnên dijwar.
Berî 10’ê Cotmehê ku me biryara bêçalaktiyê girtibû, û piştî wê artêşa Tirk li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê ketiye nav şerekî mezin, ji qereqolên derdor û balafiran ve bênavber herêmê bomberdûman dike. Detayên pevçûn û şerê ve herêmê wiha ne:
12’ê Cotmehê saet 02.00’an artêşa TC xwest li girê Şehîd Fîkret ê li herêma Bînbîr a navçeya Gever a Colemêrgê pêş ve biçe. Li hember bargehên gerîlayên me êrîşa hewayî û bejahî çêbû, di encama pevçûnan de 11 leşker hatin kuştin. Di encama operasyonê de pevçûn dijwartir bûn û heta saetê sibê yên 13’ê Cotmehê berdewam kirin. Di van şer û pevçûnên dijwar de 13 leşkerên din jî hatin kuştin. Ji 12’ê Cotmehê ve artêşa TC hem ji bejahî hem jî ji hewayî li hember herêmê bi amûrên şer ên teknolojîk ve bomberdûmanên xwe domand. Balafirên şer, obus, hawan û tankan bomberdûmanên xwe bênavber berdewam kir. Bi helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakir.
LI GIRÊ ŞEHÎD EZÎZ PEVÇÛNÊN DIJWAR
13’ê Cotmehê saet 02.00’an li derdora girê Şehîd Ezîz ê li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, di navbera leşkerên di nav tevgerê de û hêzên gerîlayên me de pevçûnekê rû da. Di vê pevçûnê de hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin; artêşa TC bi balafirên şer, helîkopterên Kobra, obus, hawan û tankan ve herêm bomberdûman kir.
Ev demek e li gundê Şorik û yên derdorê yên girêdayî navçeya Azarpêrt ya Çewlikê, komek kontra xebatan dimeşîne. Pêwîst e gelê me yê li vê herêmê li hember vê komê baldar be.
Ji 8’ê Cotmehê heta 12’ê Cotmehê, artêşa TC rêya navbera Wan û Şaxê girt. Her wiha li vê herêmê 50 wesayîtên zirxî, 8 tank, obus, top û gelek leşker kom kir. Li van qadan amadekariyên operasyonek berfireh tê kirin.
NASNAMEYA GERÎLAYÊN LI LICÊ JIYANA XWE JI DEST DAN HAT AŞKERAKIRIN
Me di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku 10’ê Cotmegê saet di navbera 18.00 û 20.00’an de li qada Şehîd Navdar, şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê di encama bomberdûmana artêşa TC de 8 hevalên me şehîd ketine.