Artêşa Şoreşgeran dewleta Tirk ji ber êrîşên wê hişyar kir

Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran êrîşên dewleta Tirk ya li dijî gundên herêma Ezaz û kantona Efrînê şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk eşkere alîkariya komên çete dike.

Artêşa Tirkiyeyê îro balefirgeha Minix, bajaroka Minix û hin gundên derdora wan bi çekên giran topbaran kirin. Derbarê vê mijarê de Fermandariya Giştî ya Artêşa Şoreşgeran bi daxuyaniyekê dewleta Tirk hişyar kir û topbarana obûsên artêşa Tirk şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye wiha hate gotin: “Artêşa Şoreşgeran vê destdirêjiya dewleta Tirk li herêma gundewarên Helebê şermezar dike. Îro topavêjên artêşa Tirk gundên Malkiyê û Tinibê ku Artêşa Şoreşgeran beriya demekê ji rêxistina El-Qaîdê rizgarkirine, topbaran kirin. Êdî alîkariya dewleta Tirk bi rêxistinên terorîst re û piştgiriya wan ji bo berjewendiyên xwe ku ne li gorî berjewendiya şoreşa Sûriyeyê ne, ji her kesî re eşkere ye. Nemaze li gel berfirehbûna desthilatdariya rêjîma Baasê li dijî şoreşgeran alîariya El-Qaîdê dike.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin: “Komên çekdar ên ku duh û îro bi çekên xwe di deriyê sînor ê El-Selamê re derbasî herêmê bûne û beşdarî nava El-Qaîdê bûne, li hemberî aliyê ku piştgiriya gelê Sûriyeyê îdîa dike şermeke mezin e. Di heman demê de komên terorîst ku li tevahî cîhanê hatine tewambarkirin ji bo kuştina welatiyên Sûriyeyê û şerê li dijî şoreşa wan dişîne.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em dewleta Tirk hişyar dikin ku li gel berfirehbûna desthilatdariya rêjîmê li herêmê, tê wateya ku ev êrîşên wê li dijî herêmê tenê dikeve xizmeta rêjîma Baasê û El-Qaîdê û bi temamî dûrî berjewendiya gelê Sûriyeyê ye. Eger daxwazeke wê ya dagirkirina axa welatê me hebe jî em amade ne parastina gelê xwe û axa welatê xwe bikin. Wekî ku em li hemberî rêjîma Baasê û El-Qaîdê dikin em ê li hemberî hemû aliyên dagirker jî li ber xwe bidin.”