Altûn: Polîtîkaya Tirkiyeyê îflas kiriye, Rûsya wê ji ya xwe venegere

Altûn got, "Eger Tirkiye li ber welatekî mîna Rûsyayê radibe, ev yek tê wateya provokasyoneke dînîtî, ku pişta xwe dispêre DYA, hêzên koalîsyonê û NATO'yê û bi vî rengî dixwaze van her du hêzan bîne hemberî hev."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn got, "Eger Tirkiye li ber welatekî mîna Rûsyayê radibe, ev yek tê wateya provokasyoneke dînîtî, ku pişta xwe dispêre DYA, hêzên koalîsyonê û NATO'yê û bi vî rengî dixwaze van her du hêzan bîne hemberî hev."

Altûn rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir, ku ji destpêkê ve li Rojhilata Navîn şerekî berjewendiyan ê hêzên bingehîn û li ser vê bingehê dîzaynkirina Rojhilata Navîn heye.

Altûn ragihand, ku niha weke hêzeke nû Rûsya ketiye dewrê û diyar kir, ku ev yek wê bandorê li nakokiyên heyî, nakokiyên li Rojhilata Navîn û tabloya li Sûriyeyê bike. 

Altûn da zanîn, ku tevgera Rûsyayê wê bandorê li encaman bike û li Rojhilata Navîn rewşeke nû derxîne holê.

POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ ÎFLAS KIRIYE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bal kişand ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn, ku bi hewldana xwe ya dawî re li ber Rûsya rabû û ev nirxandin kir: "Tirkiye di polîtîkaya Rojhilata Navîn de welatekî îflas kiriye. Polîtîkaya xwe ya cîhanê, ya Rojhilata Navîn bi giranî îflas kiriye. Temamiya hebûna xwe sipart Selefiyan, sipart DAIŞ'ê û bi vî rengî polîtîka meşand. Polîtîkayeke dînîtî meşand. Û di vir de gelekî îzole bû. Ket rewşeke tecrîdkirî. Û bi şikestina DAIŞ'ê re amûra xwe ya bingehîn a pê polîtîkayê dimeşîne, winda kir. Li şûna vê niha dixwaze Nûsra, Ahrar El Şam bixe nava destê xwe. Bi desteka xwe ya ji bo van re dixwaze wan zindî bike. Wekî din, dixwaze li Sûriyeyê li ser Tirkmenan hin tiştan bike. Lê ev ê jî bi ser nekeve."

TIRKMEN TÊN BIKARANÎN

Altûn da xuyakirin ku polîtîkaya Tirkiye li ser Tirkmenan dimeşîne gelekî xetere û bê exlaq e û got, "Li cihê ku navê 'Tirkmen Dagi' lê kirine, hejmara Tirkmehan 10 gund in. Lê qaşo qiyametê radike. Tirkiye siyaeteke ku destekê, alîkariyê bide mirovên bi komkujiyê re rû bi rû ne, nameşîne. Di ser wan re siyaseta xwe ya hegemonya Tirkiyeyê dimeşîne. Yanî desthilatdariyek li ser navê hemnîjadê xwe siyaseteke bê exlaqî dimeşîne. Siyaseta ku li ser navê wan dimeşîne jî, dikare rê li ber gelek tiştan veke."

'TIRKIYE BI DÎNÎTÎ PROVOKASYONÊ DIMEŞÎNE'

Altûn anî ziman ku divê xistina balafira Rûsyayê bi hinceta Tirkmenan bi awayekî cidî were nirxandin û ev xal destnîşan kir: "Tirkiye ji çi yê xwe bawer dike û balafira Rûsyayê xist. Divê em çawa binirxînin. Gelo bi rastî jî mafê xwe yê şopandina balafira Rûs a Tirkmen bombe dikir bi kar anî? Em dikarin nirxandineke bi vî rengî ya saf-nezan bikin? Na rewş ne bi vî rengî ye. Pirsgirêk ne ev e. Di nava vê de nêzîkatiyên hîn ziravtir hene. Çi ne ev nêzîkatiyên zirav? Eger Tirkiye li ber welatekî mîna Rûsyayê radibe, ev yek tê wateya provokasyoneke dînîtî, ku pişta xwe dispêre DYA, hêzên koalîsyonê û NATO'yê û bi vî rengî dixwaze van her du hêzan bîne hemberî hev."

'DI ŞEREKÎ BI VÎ RENGÎ DE, TIRKMENEKÎ BI TENÊ JÎ NAMÎNE'

Altûn da zanîn ku eger Tirkiye vê bi ser bixîne, wê rewşeke nû ya şer biafirîne ku tê de Rûsya û DYA, Rûsya û NATO bê hemberî hev û got, "Bi afirandina encameke bi vî rengî re dixwaze xwe rizgar bike. Baş e rewşeke bi vî rengî bi kêrî Tirkmenan tê? Tirkmen wê di nava şerekî bi vî rengî de azad be? Eger şerekî bi vî rengî derkeve wê Tirkmenekî bi tenê jî nemîne."

SERPÊHATIYA XETERE YA TIRKIYEYÊ

Altûn bibîr xist ku wan beriya niha di gelek nîqaşên xwe re bilêv kirine û anîne ziman ku eger piştî hilbijartinê AKP bê ser desthilatdariyê, hem di siyaseta navxweyî hem jî di siyaseta herêmî de wê Tirkiye bikeve nava serpêhatiyeke mezin û ev yek wê ji bo gelê Tirkiyeyê bibe felaket.

Altûn got, "Me beriya niha jî gotibûn ku hikûmet AKP'ê ya bi navê îstikrarê tê bi nav kirin, wê welêt bixe nava rewşeke mezin a bê îstikrarî û şer. Û hînê di ser hilbijartinê de mehek derbas nebûye, ya ku me got, bi cih hat. Vaye bûyera Tirkmen a ku ew dixin roejvê û xistina balafira Rûsyayê, serpêhatiyeke cidî ye.

Û ne diyar e ev rêveçûn ber bi ku ve biçe. Gelo wê di vir de bi ser bikeve? Di vir de şensê Tirkiyeyê yê serketinê nîne. Ev hêzên ku weke hêzên cîhanê tên pênasekirin, wê xwe nespêrin provokasyona Tirkiyeyê û şerê cîhanê dernexînin. Amerîka û hêzên yekbûyî yên DYA, wê bi giranî siyasetek ji bo frenkirina Rûsyayê bimeşînin. Gelo wê bixwazin li hember Rûsyayê şer bikin? Dema ji vî alî ve were nirxandin, ev dibetî qels e. Hingî ev provokasyonên Tirkiyeyê gihaştiye wê nuqteyê ku zerarê didin van hêzan."

RÛSYA WÊ JI YA XWE VENEGERE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn destnîşan kir ku nepêkan e Rûsya ji ya xwe vegere û got, "Rûsyayê piştî çend hezar salan cara yekemîn biryar da ku destwerdaneke cidî ya cîhanê bike. Di vê biryara xwe ya destwerdanê de gelo bandora xistina balafirê çi ye? Gelo xistina balafirê jê re û tirs an jî bû hinceteke pê motîve bibe, gavên hîn bi pêş de biavêje û li Rojhilata Navîn rolê bilîze? Dibetiya duyemîn mezintir e."

Altûn ragihand ku sê xetên bingehîn niha li Rojhilata Navîn hene û got, "Ya yekemîn; xeta hêzên navneteweyî dixwazin destnîşan bikin. Ya duyemîn xeta hegemonîk a hêzên herêmî. Xeta sêyemîn jî xeta ku PKK'ê bi têkoşîna xwe ya 40 salan û paradîgmaya daniye holê û ji hin aliyan ve li Rojava xwe nîşan daye ye." Altûn ragihand ku rizgariya gelan di xeta sêyemîn de ye.