Altûn: Eger Tirkiye bi gaveke din bide nav Sûriyeyê wê nikaribe jê derkeve

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bû mêvanê bernameya taybet a MED NÛÇE û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê nirxand.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bû mêvanê bernameya taybet a MED NÛÇE û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê nirxand.

Altûn da xuyakirin, ku du karakterên rizgariya Minbicê hene û got, "Rizgariya Minbicê beriya her tiştî bandor li rewşa rêxistinên selefî yên ser bi DAIŞ'ê kiriye. Di heman demê de rejîm jî tirsandiye. Eger dewleta Tirk dikeve nava Cerablûsê, pêwendiya vê yekê bi Minbicê re heye. Ji ber ku rizgariya Minbicê, piştî Kobanê şikestina duyemîn a herî mezin a DAIŞ'ê ji aliyê siyasî û leşkerî ve ye. Piştî Minbicê, êdî hêzek nîne ku karibe pêşî li Hêzên Sûriyeya Demokratîk bigire."

Riza Altûn diyar kir, piştî destwerdana Tirkiyeyê ya li Cerablûsê rewşeke nû derketiye holê û got, "Tirkiye êdî yekser di dewrê de ye. Hêz jî dixwaze ji xwe re maşikên nû peyda bike. Yanî çekê dide destê zarokên 15-16 salî, 2000-3000 kesî li dora xwe dicivîne, navê 'hêzên Sûriyeyê' li wan dike, bi rengekî bê sînor destekê dide wan û dest li rewşê werdide. Bêguman şensê Tirkiyeyê qels e ku bi rengekî bênavber bide nav. Bi ya min, wê tiştekî bi vî rengî neke. Rewşeke mîna 'Êdî pêşiya Tirkiyeyê vekiriye, Tirkiye piştî ku ket nava Cerablûsê wê heta Helebê, Efrînê biçe' nîne. Tirkiye dixwaze bi van 3000 kesên xwe re li Cerablûsê bide pozîsyon siyasî bafirîne. Ji aliyê leşkerî ve wê hewl bide qada Hêzên Sûriyeya Demokratîk teng bike û li aliyê din jî di bin navê mûxalîfên Sûriyeyê de nokerên xwe bi kar bîne û hewl bide li wê derê pozîsyonekê bi dest bixe. Ev rewşeke nû ye. Bi ku ve wê biçe, em ê bibînin."

'EGER TIRKIYE HÎN BÊHTIR BI PÊŞ VE BIÇE, WÊ YEKSER BIKEVE NAVA ŞERÊ LI SÛRIYEYÊ'

Altûn da zanîn, ku pêkane Tirkiye bi vê pozîsyona siyasî re jî nemîne û bixwaze bêhtir zêdegaviyê bike û ev nirxandin kir: "Eger hîn bêhtir bide nav û bi pêş ve biçe, wê Tirkiye yekser bikeve nava şerê li Sûriyeyê. Ev yek wê bibe sedem ku Tirkiye li gelek hêzên li Sûriyeyê şer dikin rast bê. Ji xwe ji bêdengiya niha jî ev tê fêhmkirin ku Tirkiye wê tiştekî bi vî rengî neke. ji ber ku ne Îran ne jî Amerîka wê vê qebûl nekin. Eger ew niha bêdeng in, wê çaxê Tirkiyeyê garantî daye van hêzan. Wê zêdegaviye neke û ev yek jî bi kêrî van welatan tê. Bi kêrî wan tê ku statuya Kurdan ji xwe re bikin mijara bazarê û pêşî li pêşveçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk bigirin. Wê vê bi kar bînin. Lewma dengê xwe dernaxînin. Di vir de DYA bi du alî dilîze. Ji aliyekî ve dibêje em destekê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Minbicê, li aliyê din jî tevî ku dizane têkiliya Tirkiyeyê bi DAIŞ'ê re heye, Tirkiyeyê dixe nava Cerablûsê. Bi vî rengî siyaseta şerê navbera Kurd û Tirkan dimeşîne."

Riza Altûn ragihand, Tirkiye, Îran, Sûriye li ser bingeha dijminatiya li Kurdan siyasetê dimeşîin û Rûsya û Amerîka jî li ser bingeha berjewendiyên xwe yên li herêmê hewl didin li herêmê serdest bin.

'YEKANE SÎSTEMA DIKARE PÊŞÎ LI PARÇEBÛNA SÛRIYEYÊ BIGIRE, SÎSTEMA FEDERAL E'

Altûn destnîşan kir, ku ji bilî Hêzên Sûriyeya Demokratîk projeya ti hêzan ji bo Sûriyeyê nîne û got, "Daxwaza Sûriyeyeke federatîf û demokratîk a Hêzên Sûriyeya Demokratîk gelekî zelal e. Ji bilî wan, ti hêz îro ji bo statuya Sûriyeyê tiştekî destnîşan nake. Mînak; DYA û Rûsya li Sûriyeyê çi dixwazin? Sûriyeyeke çawa dixwazin? Li Sûriyeyê 2 hêz hene ku bi zelalî projeyên xwe destnîşan dikin. Yek jê desthilatdariya Esad e ku dibêje 'Desthilatdariya min çi be, ew e û ez ê wê bimeşînim'. Ji bo vê jî şer dike. Ya duyemîn jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, ku dibêjin 'Em Sûriyeyeke demokratîk û federatîf dixwazin'. Ji bilî van ti hêz tiştekî nabêje." Altûn da xuyakirin, ku yekane sîstema siyasî ya rast a dikare pêşî li parçebûna Sûriyeyê bigire, sîstema Sûriyeyeke federal e.

'EGER TIRKIYE ÊRÎŞÎ HÊZÊN DEMOKRATÎK BIKE, WÊ ŞERÊ ROJHILATA NAVÎN DESTPÊ BIKE'

Altûn bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû, ku piştî destpêkirina dagirkirina Cerablûsê da û got, "Dema ketin Cerablûsê gotin, divê YPG Minbicê biterikîne û derbasî rojavayê Firatê bibe. Gotin, eger derbas nebin, wê berdêla vê ji bo wan giran beç. Ev tê çi wateyê? Ketina Tirkiyeyê ya Cerablûsê ji aliyê her kesî ve hat qebûlkirin. Lê belê eger Tirkiye zêdegaviyê bike û ji Cerablûsê derbas bibe, wê demê nediyar e bê kî wê derkeve pêşiya wê. Eger ji Cerablûsê derbas bibe, biçe Minbicê û li wir li hemberî Hêzên Demokratîk şer bike, ev yek wê were wê wateyê ku Tirkiyeyê şerê Sûriye û Rojhilata Navîn daye destpêkirin. Ji vir û pê ve jî wê rewşeke nediyar derkeve holê, ku ne Sûriye, ne Îran, ne Kurd, ne jî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê vê qebûl dikin."

Altûn têkildarî barê bandora vî şerî li Tirkiyeyê jî got, "AKP a ku dixwaze Cerablûsê, Minbicê bi dest bixe û Rojava ji holê rake, dibe ku gelek tiştan winda bike. Dibe ku Tirkiyeyê ji dest berde. Xeteriyeke bi vî rengî heye."

PDK HESPÊ TRÛVA YE

Li ser serdana Serokê PDK'ê Mesût Barzanî ya li Tirkiyeyê jî, ku heman beriya dagirkirina Cerablûsê destpê kir, Altûn ev nirxandin kir:

"Êdî bi înkarkirina Kurdan siyaset nayê meşandin. Siyaseteke Kurdan bi temamî li derve dihêle, li Rojhilata Navîn bi ser nakeve. Lê daxwaza hêzên serdest ew e ku Kurdan bi tenê weke maşeyekê bi kar bîne. PKK, PYD ji bo bi vî rengî werin bikaranîn, ne guncaw in. Ji bo vê PDK guncaw e. Destwerdana li Cerablûsê destwerdaneke koalîsyonê ye. Dema hûn ti Kurdan li nava vê koalîsyonê bi cih neke, wê çaxê ev konsept weke yekser li dijî Kurdan tê dîtin. Ji bo vê jî PDK bi cih kir. Barzanî, PDK weke hespê trûva li nava vê koalîsyonê hat bicihkirin. 

Balkêş e dema Tirkiye bang li Barzanî dike, ewilî wî dibin MÎT'ê. Ev yek nîşan dide ku Kurdan di kîjan pozîsyonê de dibînin. Yanî rola hespa trûva ji Barzanî re hatiye dayîn. 

PKK'ê di dema dawî de deklarasyonek weşand. Vê deklarasyonê bandor jî kir. Hinek radibin rewşê berevajî dikin û îdîa dikin ku Barzanî hewl didin di pêvajoya çareseriyê rolê bilîze. Nêzîkatiya pratîkî ya Barzanî berevajî daxuyaniyên wî ne. Ew li aliyê AKP'ê ye, li aliyê Erdogan disekine. 

Hemû bajarên Kurdan hatin xerakirin, lê Barzanî deng dernexist. Îro Cerablûs hat dagirkirin, lê di vir de jî Barzanî li cem AKP/Erdogan cih girt. Di rewşeke bi vî rengî de diviyabû neçûya Tirkiyeyê. Em bêjin çû, lê diviyabû piştre daxuyanî bida û eşkere bikira ku ew li dijî dagirkirina Cerablûsê ye. Lê ev nekir, yekser çû serdana MÎT'ê, Serokwezîr û Serokkomariya Tirk. Ev yek tê wateya bersiva şer a li hemberî deklarasyonê. Komkujiya Dîlokê jî nîşaneyeke vê ye. Di rewşeke bi vî rengî de diviyabû Barzanî weke serokê partiyeke Kurd, Kurd biparasta. Di vê serdana PDK'ê de ji bo Kurdan tiştekî êrênî dernakeve."