Aktar ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartên axê

Ciwanê Farqînî Murat Aktar ê ku di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da, îro bi tevlîbûna sedan kesî li Farqînê spartin axê.

Ciwanê Farqînî Murat Aktar ê ku di gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da, îro bi tevlîbûna sedan kesî li Farqînê spartin axê.

Ciwanê bi navê Murat Aktar (22) ê ku duh êvarê li Taxa Bahçelîvler a navçeya Farqîn a Amedê, di wesayîtê de ji aliyê polîsan ve hatibû gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dabû, îro bi tevlîbûna bi sedan kesî li Goristana Şêx Xelîl hate defin kirin. Cenazeyê Aktar duh bi şev, piştî karên otopsiyê anîn Mizgefta Haşo ya Taxa Mescîtê. Cenazeyê Aktar îro piştî wecîbeyên olî, li ser milê bi sedan kesan bi dirûşmeyan anîn Goristana Şêx Xelîl û li vir hate definkirin. Hevserokê MEYADER a Amedê Hasan Pençe û Hevserokê Bajêr a DBP'a Amedê Alî Şîmşek balê kişandin ser êrîşên hêzên dewletê û diyar kirin ku wê li hemberî vê ferasatê têkoşîn berdewam bike.

Piştî axaftinan girse çû mala şînê ya li Taxa Konakê.

AKTAR BI ZANEBÛN HEDEF HATE GIRTIN

Her wiha, hate zanîn ku di aliyê çepê ya laşê Aktar de şopa bi dehan guleyan hene. Di êrîşa polîsan de ajokarê wesayîtê birîndar nebibû ew jî destnîşan dike ku Aktar bi zanebûn hedef hatiye girtin.