AKP xwe ji bo şerekî mezin ê dawiya vê mehê amade dike!

AKP amadekariyan dike, ku bi piştgiriya PDK'ê êrîşeke berfireh bibe ser Tevgera Azadiyê ya Kurd.

Hevdîtinên navbera saziyên îstîxbaratî û berpirsyarên karên derve yên Tirkiye, Îran, PDK (Partiya Demokrat a Kurdistanê) û hikûmeta Başûrê Kurdistanê di dema dawî de zêde bûn. Li gorî agahiyan, armanc ji van hevdîtinan ew e ku hikumeta AKP'ê di dawiya meha Nîsanê de şerekî mezin bide destpêkirin û êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê bike.

DI HEVDÎTINAN DE BIRYARA ŞEREKÎ MEZIN HATE DAYÎN!

Hat hînbûn ku Cîgirê Musteşarê MÎT'ê, hêzên xwe yên li herêma Başîka kontrol kiriye, piştre bi berpirsyarê îstîxbarata PDK'ê (Parastin) Mesrûr Barzanî re hevdîtin kiriye û dûre li Hewlêrê bi rêveberên PDK'ê re rûniştiye. Li gorî agahiyan, di van hevdîtinan de biryara operasyoneke mezin li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêma Şengalê hatiye dayîn.

ARTÊŞA TIRK WÊ LI AMEDIYEYÊ XETEKE ÊRÎŞÊ AVA BIKE

Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk bi rêya PDK'ê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê dixwaze xeteke êrîşê ya leşkerî ji Bamernî, ji binê Amediye, Berwarê Balayiyê heta Akrê ava bike. Hat gotin, dewleta Tirk, destpêkê ji bo rêya êrîşê veke wê di sêgoşeya Bamernî, Amediye û bajarokê Şilêdizê de xwe bi cih bikin û piştre jî dorhêla xwe heta Akrê berfireh bike.

Li gorî agahiyan, ev meheke sewqiyateke zêde leşkerî û cebilxane li navçeya Silopiya ya Şirnexê tê kirin. Piştî sewqiyatê, gelek çekên giran ên tang û top ber bi herêma Başîka ve birine. Ji bilî Başîka, baregehên leşkerên dewleta Tirk ên li Kanîmasî, Bamernî û Batûfa jî hatiye kirin. 

JI PDK'Ê HÊZEKE TAYBET A JI 1.200 KESÎ HATIYE XWESTIN

Hat zanîn, li gorî lihevkirinê wê herêma Qendîlê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve 3 rojan bi ser hev bê bombekirin. Piştî bombebaranê wê xeta tê behskirin ku Zaxo jî di nav de ye bixin bin kontrola xwe. Herêm wê perçe perçe bixin bin qontrola xwe û ber bi herêma Akrê ve biçin. Hat ragihandin ku wek e plansaziyeke pêvek, piştî bomberdûmana 3 rojan a li ser hev, wê di 17 nuqteyên cuda de ji hewayê tîmên leşkerî bên danîn û operasyonê pêk bînin. Hat gotin ku ji bo piştgiriyê ji PDK û rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî hêzeke taybet a ji 1.200 kesî pêk tê hatiye xwestin.

HEM MEDYA PDK'Ê HEM JÎ YA DEWLETA TIRK BINGEHÊ JI ÊRÎŞÊ RE AMADE DIKIN

Li gor agahiyan, li gel vê liv û tevgerê û bûyeran, ev meheke hem medya PDK'ê ya li Başûrê Kurdistanê û hem jî ya dewleta Tirk ji bo bingeha şerekî mezin ê li ser Qendîlê, Şengalê û Girê Spî amade bikin, nûçeyan li pey hev li hev tînin. Di van ragihandinan de heta niha gelek nûçeyên wek e 'PKK gundên girêdayên Akrê bi zorê vala dike', 'Li nêzî sînor gelek tunel çêkiriye', 'Gelê Şengalê PKK'ê naxwaze' û hwd hatine serwîskirin. 

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LI SER VÊ PLANÊ ÇI DIFIKIRIN, WÊ ÇI BIKIN?

Di rewşek e wiha de, nerazîbûn an jî nêrîna hêz û saziyên navneteweyî li hemberî vê planî wê çibe tê meraqkirin. Çend meh berê, ku dewleta Tirk dixwest bikeve Girê Spî Amerîka ala xwe li wir çikandibû û piştre dewleta Tirk paşde gav avêtibû. Her wiha piştî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Bab dagir kirin, dest bi êrîşa li ser Minbicê kiribû, hem Amerîka û hem jî Rûsya bi leşker û wesayîtên xwe yên zirxî li derdora Minbicê xwe dabûn xuyakirin.