Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

AKP-Qesra Erdogan dest bi bikaranîna hêzên paramîlîter kir

Rejîma Qesra Erdogan, konsepta xwe ya şerê qirêj berfireh dike. Di vê çarçoveyê de wê 30 hezar 'qoriciyên çekdar' li Kurdistanê bi kar bîne.

Kaos û krîza ji ber polîtîkayên şerê qirêj ê rejîma AKP-Qesrê rû da, mezin dibe. Rejîma Qesra Erdogan ku bi vê konsepta xwe ya şer jî nikare encama dixwaze bi dest bixe, hejmara qoriciyên li herêmê zêde dike û hewl dide bi vî rengî armanca xwe bi ser bixîne. Rejîma Qesrê di bin navê ewlekariyê de hewl dide mirovan bike qoricî. Bi rengekî sergirtî dest bi avakirina hêzên xwe yên paramîlîter (kontra) kir.

Ev projeya ku wê 30 hezar kontrayên nû bên xebitandin, wê li bajarên Kurdistanê bikeve meriyetê. 15 hezar ji van wê weke qoriciyên gundan bi rengekî fermî bên qeydkirin, 15 hezarên din jî wê weke qoriciyên dilxwaz bên qeydkirin.

Ev karê ku nîşan dibe bê rejîma Qesrê xwe ji şerekî çawa yê qirêj re amade dike, xuya ye wê kaos û krîza li welêt girantir bike.

WÊ LI HEMÛ NAVÇEYÊN RIHA KONTRA BÊN PEYDAKIRIN

Navçeyên Rihayê yên navendî Karakopru, Eyyubiye û Halîliye jî di navê de, wê li hemû navçeyên bejahî yên bajêr di bin navê 'qoriciyên gundan ên demkî û dilxwaz' kesên paramîlîter bên xebitandin. Qeymeqamtî û qereqolên li van herêman ji niha ve dest bi vî karî kirine. Hejmara fermî ya 'qoriciyên' bên bikaranîn, balkêş e. Di vê çarçoveyê de wê 20 kes weke 'qoricî' li taxên navçeya Wêranşarê bên xebitandin.

LI WÊRANŞAR, SERÊKANIYÊ Û PIRSÛSÊ WÊ HÊ BÊHTIR 'QORICÎ' BÊN XEBITANDIN

Li navçeyên Serêkaniyê û Pirsûsê, tê gotin wê 15 kes weke qoricî bi rengekî fermî bên xebitandin. Ev hejmar li gorî hejmara yên li navçeyên bi 3-4 qatan zêde ye. Di çarçoveya vî karê ku hewl tê dayîn hêzeke paramîlîter bê afirandin, li Heweng, Girê Sor, Curnê Reş, Heran, Xelfetî, Kaniya Xezalan, Karakopru, Eyyubiye, Bêrecûk û Xaliliyeyê qeymeqamtiyan ragihandin ku wê ji bo her yek ji van navçeyan 5 qoricî bên bikaranîn.

Li van navçeyan bi fermana qeymeqamtî û leşkeriyê, bi rêya şaredariyan anonsên agahiyên li ser girtina 'qoriciyan' tên kirin. Li navçeyên Rihayê ku serlêdanên 'qoriciyan' dest pê kirine, kesên ku li gorî pîvana AKP-Qesra Erdogan in, tên biçekkirin.