AKP li Wanê serdegirtina malan didomîne

Li navçeya Erdîş a Wanê polîsan girt ser gelek malan. Hat diyarkirin ku di dema serdegirtinan de polîsan heqaret, dijûn û tehdîd kirine û şîdet pêk anîne.

Li navçeya Erdîş a Wanê polîsan girt ser gelek malan. Hat diyarkirin ku di dema serdegirtinan de polîsan heqaret, dijûn û tehdîd kirine û şîdet pêk anîne. Polat a polîsan girt ser mala wê got: “Naxwe eger AKP careke din bibe desthilatdar wê zilmên salên 90’an vegerin.”

Hikûmeta AKP’ê ber bi nêzîkbûna hilbijartinan re provokasyon û zextên bi leşker-polîsan didomîne.

ÇEKÊN RASTÎ HATIN BIKARANÎN

Şevê din li navçeya Erdîş a Wanê li taxên Salihiye, Hespînek, Yukari TOKÎ û Adnan Menderes ên HDP lê bihêz e polîsan bi awayekî hemwext girtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de tîmên taybet bi helîkopteran beşdar bûn. Hat diyarkirin ku polîsan û tîmên taybet di serdegirtinan de heqaret, dijûn û tehdîd li malbatan kirine û ji bo zarokan bitirsînin bi çekên rastî gule berdane hundirê malan. Di serdegirtinan de Sînan Tunç, Halîl Yildiz, Onder Polat, Mehmet Işik û Engîn Ulugana hatin binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin piştî birin Midûriyeta Polîsan a Erdîşê hatin berdan.

Kesên polîsan girtin ser malên wan diyar kirin ku polîsan heqaret û dijûnên mirov nikare bîne ziman li wan kirine û bi çekan ew tehdîd kirine.

'ZILMA BERÊ CAREKE DIN ANÎN'

Pakîze Polat a li gundê Hespînek û polîsan girtin ser mala wê got: "Zilma me berê didît careke din anîn. Leşkeran bi çekan girtin ser mala me. Zilmeke dij mirovatiyê li me kirin. Naxwe eger AKP careke din bibe desthilatdar wê zilmên salên 90’an vegerin.”