'AKP li Sûrê hişê civakî tine dike'

Seroka Daîreya Tûrîzm û Mîrateya Çandî ya Amedê Nevîn Soyûkaya diyar kir, biryara îstimlaqkirina lezgîn a navçeya Sûrê, operasyoneke hikûmetê ya ji bo tinekirina hişê civakî ye.

Seroka Daîreya Tûrîzm û Mîrateya Çandî ya Amedê Nevîn Soyûkaya diyar kir, biryara îstimlaqkirina lezgîn a navçeya Sûrê, operasyoneke hikûmetê ya ji bo tinekirina hişê civakî ye.

Soyûkaya da xuyakirin, ku hikûmeta dixwaze bi derbekê gelek encaman bi dest bixe, hewl dide hem demografiya Sûrê hem jî şêweyê hilberînê biguherîne. Soyûkaya got, "Bi vê hilweşînê re, bîra me, nasnameya me, paşeroja me, hebûna me hemû li Sûrê bûne hedefa êrîşan." 

Soyûkaya diyar kir, weke Şaredariya Bajarê Mezin wan li ser rewşê rapor amade kirine, pêşkêşî UNESCO kirine û li ser vê yekê Navenda Mîrateya Cîhanê ya UNESCO ji Wezareta Edaletê daxwaza raporê kiriye. Soyûkaya da zanîn, divê mîsyoneke zêde ji UNESCO neyê hêvîkirin, yê Sûrê biparêze gelê Amedê ye.

Nevîn Soyûkaya got, "Sûr ne bajarê duh e" û anî ziman, li Sûrê şopên kûr ên çanda jiyaneke bênavber a 7 hezar salî heye.

Soyûkaya destnîşan kir, Sûr bajarê ji gelek ziman, çand, ol û şaristaniyên cuda ye û ragihand, îstimlaqkirina bajarekî bi vî rengî yê dîrokî, operasyoneke li hemberî hezaran salan e. 

Soyûkaya diyar kir, bi vê operasyonê ve tê xwestin bîra civakî ya Sûrê ku dilê Amedê ye bê jêbirin. Soyûkaya bibîr xist ji 10'ê Tebaxa 2015'an û pê ve li Sûrê bi giştî 6 caran derketina derve hat qedexekirin û got, "Di her dorpêçkirinê de, dema şîdeta şer zêde bû, çekên hatin bikaranîn jî girantir bûn. Ji xwe qedexeya dawî ya di 10'ê Kanûnê de li 6 taxan hat ragihandin, heta roja îro bênavber dewam kir. Tevî ku hat ragihandin, di nava meha Adarê de operasyon qediyane jî, li 4 taxên dorpêçî lê dewam dikin, bi maşînên kar xanî tên xerakirin."

Nevîn Soyûkaya da xuyakirin, ku hikûmet bi rêya cih hewl dide hişê civakê biguherîne, li gorî xwe hişekî nû bafirîne û bi vê armancê operasyona guhertina demografiya herêmê dike. Soyûkaya got, "Em mirovên vî bajarî ne. Hem em, hem bavên me, hem jî kal û pîrkên me li vî bajarî ji dayik bûn. Bi vê hilweşînê re êrîş li bîr, nasname, paşeroj û hebûna me tê kirin."

'YÊ KU SÛRÊ DIKARE BIPARÊZE GELÊ AMEDÊ YE'

Soyûkaya bibîr xist, ku Sûr di heman demê de yek ji herêmên girîng ên Mîrateya Cîhanê ya UNESCO ye û destnîşan kir, ku diviyabû destûr nehatibûya dayîn ku Sûr bi vî rengî hatibûya tinekirin.

Tevî vê yekê jî Soyûkaya destnîşan kir, ku divê hêviya rizgarkirina Sûrê ji UNESCO neyê kirin û got, "Yê ku karibe Sûrê biparêze gelê Amedê ye. Em li vir dijîn. Eger em ê biparêzin divê em biparêzin, ne UNESCO." Soyûkaya xwest hilweşîna tê kirin derhal bê sekinandin û biryara îstimlaqkirinê were betalkirin.

...