AKP dide nav: Li Wanê qeyûm anî ser mizgeftê

Meleyê gundê Ebexê yê Wanê Koç, bi sedema ku tevlî merasîma cenazeyê PKK'yiyan bûye ji peywirê hate girtin. Li şûna meleyê ku peywirê hate girtin, yekî din hate danîn.

Miftitiya Bajêr a Wanê fermanên ku ji hêla hikûmeta AKP’ê ve têne dayîn, bi cih tîne. Beriya bi du hefteyan ji ber ku tevlî mîtînga HDP'ê bûbûn 3 keya ji peywirê hatibûn girtin, vê carê jî li Ebexê meleyê gundê Karadulê yê Ebexê Mehmet Koç bi sedema ku tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan bûye ji peywirê hate girtin û meleyekî dî li şûna wî hate danîn.

MIFTÎTÎ: EM Ê ŞÎROVEYAN NEKIN

Rayedarên Miftitiya Bajêr ku ji ber mijarê me xwe gihandiye, got, ew ê ti agahiyan nedin. Rayedarên Miftitiyê gotin, heya ku bi awayekî nivîskî ew serî li wan nedin wê ti bersivekê nedin wan û li hemberî pirsa, "Mela ji bo ku tevlî merasîma cenazeyên PKK’yiyan bûye ji peywirê hate girtin?" got, "Em ê şîrove nekin, rayeya me nîn e."