Agir Ûrfa yê HPG'yî yê li Şengalê jiyana xwe ji dest da hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agir Ûrfa (Havzûllah Çadir), li Çiyayê Şengalê hat veşartin. Di axaftinên li merasîma cenaze de banga tevlîbûna li nava refên YBş û YPJ-Şengalê hat kirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agir Ûrfa (Havzûllah Çadir), li Çiyayê Şengalê hat veşartin. Di axaftinên li merasîma cenaze de banga tevlîbûna li nava refên YBş û YPJ-Şengalê hat kirin.

Gerîlayê HPG'ê Agir Ûrfa (Havzûllah Çadir) ê di operasyona hêzên YBŞ/YPJ-Şengal a bi piştgiriya hêzên HPG/YJA Starê ya li Geliyê Şîlo de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan (Şehîd Dilgeş) a li Çiyayê Şengalê bi merasîmekê hat oxirkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê saet di 08.00 ê sibehê bi karwaneke ji dehan wesayîtan anîn şehîdgeha Şengalê. Ji fermandarê HPG'ê yê Şengalê Seyîdxan Rojhilat ku di merasîma leşkerî ya cenaze de axivî, di kesayeta gerîlayê HPG'ê Agir Ûrfa de hemû cangoriyên şoreş û têkoşînê bibîr anîn û got: "Di 3’ê Tebaxê de li hemberî Êzîdxana pîroz û civata me ya Êzidî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên dijminê mirovahiyê pêk hat. Bi şêweyek bêwijdane li gel nirxên me yên Êzidî, axa Êzidxanê teslîmê DAIŞ’ê hatin kirin. Di roja Şengal hat berdan de, me Hêzên Parastina Gel (HPG) ji çar parçeyên Kurdistanê berê xwe dan Şengalê. Ev ne tiştekî ji bo minetê ye. Ev erk û exlaqê me yê şoreşgertiye. Çawa ku ji roja komkujiyê heta roja îro me ji bo parastina gel û nirxên wan ên pîroz xwîn rijandibe, îro me car din di kesayeta hevalê xwe Agir de şehîd da."

Rojhilat got, "Heval Agir li gelek cihan gerîlatî kir. Bi taybet di serî de Dêrsim, li ser xeta sînor a Kurdistanê bi salan têkoşîn meşand. Em soza wê li ser xeta şehîdan bimeşin didin. Hevrêyê me Agir ji navçeya Sêwereg a bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê bû. Heval Agir li her derê çavkaniya moralê ji bo hevalên xwe bû. Em di kesayeta hevalê xwe Agir de soza wê rêya hemû hevalên me yên şehîd bimeşînin didin."

Ji fermandarên HPG’ê yê Şengalê Seyîdxan Rojhilat diyar kir ku operasyona li Geliyê Şîlo ya di bin navê rizgarkirina Şengalê de sê roj in didome, bang li hemû ciwanên Êzidî kir ku ji bo rizgarkirina Şengalê tevlî nava YBŞ û YPJ-Şengal bibin. 

Piştî axaftinan cenazeyê gerîlayê HPG'ê Agir Ûrfa li ber qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û duayên Êzidiyan hat veşartin.