Abdî Aykût ji ber êşkenceya hovane li nexweşxaneyê ye!

Piştî êşkenceya hovan ya hêzên dewletê ya li ser Abdî Aykût, derket holê ku rakirine nexwşxaneyê.

Abdî Aykût ê ku li gunê Xerabê Bava hate êşkencekirin û binçavkirin ku ev 5 roj bûn agahî jê nedihat girtin, derket holê ku rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Abdî Aykût ê ku li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema dorpêç û êrîşa hêzên dewletê de, 17’ê Sibatê hate êşkencekirin û şûnde û avêtibûn baxçeyê malê û 19’ê Sibatê jî hatibû binçavkirin, piştî ku rewşa wî giran bibû rakirin nexweşxaneyê. Aykût ê ku piştî rakiribûn nexweşxaneyê ku ti agahî jê nehate girtin,wêneyê ku bi hovane hatibû êşkencekirin di dema binçavkirinê de hatibû kişandin îro hate parvekirin.

Îro malbata Aykût ê ku dewlet înkar dike ku binçavkirin û her wiha hemû agahiyên têkildarî wî ji nexweşxaneyê hatibûn jêbirin bi rêya ANF’ê bang kiribû. Hat diyarkirin ku Abdî Aykût van saetan di Beşa Cerahî ya Plastîk a Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê de tê ragirtin.