Abdî Aykût ê li Xerabê Bava bi îşkenceyê hat binçavkirin, hat windakirin

Nexweşê dil Abdî Aykût, ku li gundê Xerabê Bava bi îşkenceyeke giran ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin, agahî jê nayê girtin.

Li gundê Xerabê Bava, ku bi rojan e ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, çekdarên dewletê avêtin ser mala Abdî Aykût ê bi tenê li malê bû. Hêzên dewletê bi derba mirinê îşkence li Aykût kir û ew avêt hewşa xanî. Aykût 2 rojan bi rengekî bê hiş, li hewşa xaniyê xwe ma. Hêzên dewleta Tirk piştre ew li betaniyeyekê pêçan û binçav kirin. Aykût, ji ber ku di binê çavan de ji hişê xwe çû û rewşa wî ya tenduristiyê giran bû, ew rakirin Nexwşexaneya Dewletê ya Nisêbînê. Qeyda Aykût a li nexweşxaneyê hat jêbirin û ji hingî ve ti agahî jê nayê girtin. Hevsera Aykût Vetha Aykût da xuyakirin, ku hevserê nexweşê dil e û dibe ku hatibe kuştin.

Aykût diyar kir ku dema li nava baxçeyê malê dîtin û şûnde agir berdan mala wan, daxwaz kiri ku di demekî herî kin de têkildarî hevjînê wê agahî bidin.

‘HEVJÎNÊ MIN JI BO LAWIRAN BIFIROŞE ÇÛBÛ GUDN’

Vetha Aykût, destnîşan kir ku ji bo keça xwe ya xwendekar bişînin zanîngehê çûbûn navçeya Qoser a Mêrdînê û got: “Em di serê meha Sibatê de çûbûn Qoserê. Li gund 2 çêlekên me mabûn, hevjînê min 10’ê Sibatê ji bo çêlekên me bifiroşe çûbû gund, piştî wê rojekê gund hate dorpêçkirin û hevjînê min jî li wir maye.”

LEŞKERAN GOTIN; ‘BIKUJIN’

Vatha Aykût diyar kir ku destpêkê hevjînê wê tenê li mal bû û piştre derbasî mala birayê xwe bûye. Aykût da xuyakirin dema li mala birayê wî erzaq bi dawî bû di roja 6. a dorpêçê de hevjînê min dema ku xwest ji malê erzaq bigire, hêzên dewletê êrîş birin ser û wiha pê de çû: “Li vir bi awayekî hovan e hevjînê min tê derbkirin, piştre tavêjin baxçeyê malê. Beriya ku hevjînê min bê derbkirin bi telefonê li min geriyaye. Di carekê de dengê ‘bikujin, lêxin’ hate bihîstin. Telefon qût bû, piştî wê telefona hevjînê min jî jê digirin, ji ber ku telefon vekirîbû hê jî dengê wan dihat bihîstin. Leşkeran qîr dikirin; ‘Bikujin, bavêjin baxçeyê’.

‘DU ROJA BÊ HIŞ LI BAXÇE DIMÎNE’

Aykûd bibîr xist ku hevjînê wê nexweşê dil e û piştî êşkenceya hovan bi qasî du roja bê ku li ser hişê xwe be li nav baxçe dimîne û got: “Piştî du rojan leşker dîsa tên û dibin, dixin nava beteniyekê, binçav dikin, piştî ku di bin çavan de rewaş wî xedar dibe radikin nexweşxaneyê.”

 ‘AGAHIYÊN WÎ YÊN LI NEXWEŞXANEYÊ HATINE JÊBIRIN’

Vatha Aykût, diyar kir ku li nexweşxaneyê geriyane û zanîn ku hevjînê wê li nexweşxaneyê ye, piştre jî hemû agahiyên têkildarî hevjînê wê ji nexweşxaneyê hatine jêbirin û têkildarî aqûbetê wî hê ti agahî negirtine û wiha anî ziman: “Agahiyên têkildarî hevjînê min li nexweşxaneyê hatine jêbirin, didin diyarkirin ku hevjînê wê ne li nexweşxaneyê ye. Vê yekê înkar dikin. Ez niha nizanim li kû ye.” Aykût, destnîşan kir ku difikirin ku hevjînê wê qetilkiribin.

Aykût wiha got: “Kuşti, niha jî winda dikin û rewşekî şer derketiye didin nîşandan ku ‘Di şer de hatiye kuştin’ dixwazin rewşekî wiha bidin nîşandan.”

‘EM Ê HESABÊ VÊ BIPIRSIN’

Vetha Aykût diyar kir ku piştî ku hevjînê wê hate binçavkirin û şûn de mala wan jî ji aliyê hêzên dewletê ve hate şewitandin û got: “Ev zilm li kû heye? Li kû hatiye dîtin? Ti kesê heta niha ev zilm nekiriye. Em ê hesabê vê zilam ku li met ê kirin bi teqez bipirsin.”

&