Şêniyên Mexmûrê li ber cezayê dîsîplînê yê li ser Ocalan rabûn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) cezayê disiplînê yê ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû birîn bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Li Wargeha Peneberan a Mexmûrê cezayê disiplînê yê ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 12’ê Cotmehê de ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê û 18’ê Tebaxê ji bo 3 mehan cezayê ‘bê parhiştina serdana malbatê’ birî bû, li saziya Malbatên şehîdan bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.

Beriya daxuyanî were dayîn, deqeyêk rêz ji bo bîranîna tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê endama Koordinasyona Meclîsa Îştar Çîçek Cengîz ve hat dayîn. 

Çîçek Cengîz di destpêka daxuyaniyê de bal kişand li ser cezayên disiplînê yê ku li ser Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got: "Ji sala 2015’an û şûnde bi her awayî hevdîtinên Serokatî yên bi malbat û parezeran re hatiye asteng kirin. Di ti qanûnên navdewletî, hûqûq û reziknameyên mirovî de ev tişt nayê pejirandin. Beriya niha du-sê rojan dema ku parezerên Rêber Apo dixwazin biçin hevdîtinê bi Serokatî re pêk bînin, her wiha ji bo di derbarê tendûristiya wî de bibin xwedî agahî hîn dibin ku 6 meh cezayê hevdîtinê yê li gel parêzeran û 3 meh ji yê li gel malbatê hatiye birîn. Li ser vî bingehî ti agahî ji bo parêzeran nayên dayîn û her wiha ev bi salane ku ti agahî di derbarê Rêbertî de nayê zanîn. Em vê yekê şermezar dikin. Rêberê me di nav çar dîwaran de dîlgirtî ye, dîlgirtiyekî fikrê wî azade. Ji bo ku fikrê wî bi gelê Kurd û kesên azadixwaz re neyê parvekirin, paşerojeke ronî ji bo mirovahiyê neyê pêşwazîkirin, astengî tên derxistin. Ev yek li dijî qanûnên navneteweyî ye. Çi bibe bila bibe wê di encamê de gelê Kurd yê berxwedêr ê ku bi salane li pey felsefaya Rêber Apo gav diaveje ye. Her ku diçe pergala ku dixwaze civaka bi helandinê re derbas bike bixwe dihele."

Herî dawî di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Wek gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî em bang li qada navnetewî, dewletên Ewropa, CPT û Sekreteriya Netewên Yekbûyî  dikin bila hember vê tecrîda heyî bêdeng nemînin. Bi taybet jî em bang li gelê Kurd ê berxwedêr yê ku heta roja îro ji bo Rêbertî her tiştê xwe seferber kiriye dikin ku dem hatiye ji bo azadiya fizikî Rêbêr Apo çi ji destê me were em pêkbînin."

Daxuyanî bi dirûşmên “ Bijî Serok Apo”, ‘ Bijî Berxwedaniya Îmralî’ bi dawî bû.