Şarezayê Jenosîdê: Divê em nimûneyên bikaranîna çekên kîmyewî bigihînin derve

Şarezayê Jenosîdê Hêmin Hesîb got: “Divê em nimûneyên ax, xweza û heta birîndarên çekên kîmyewî bigihînin derve, li labaratuwarên Ewropayê lêkolînên cidî ser bê kirin.”

Şarezayê Jenosîdê Hêmin Hesîb bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser gelê Kurd û diyar kir ku divê em gelê Kurd vê mijarê teng û biçûk nekirin. Ev çek qedexeye bi hemû rengî çi li ser lawir, xweza û çi jî mirovan be.

‘DIVÊ GELÊ KURD KAR LI SER WÊ BIKE ÇIMA EV ÇEK TÊ BIKARANÎN’

Hesîb diyar kir ku bi nêrîna wî divê tenê neyê gotin ku çekên kîmyewî li ser gerîla tê bikaranîn û got: “Li gorî peymana qedexekirina çekên kîmyewî û gazên jehrî bi ti awayî rê nehatiye dayîn ku li nava bajar, çiya û di şer de bên bikaranîn. Divê gelê Kurd ne tenê kar li ser vê yekê bike ku çekên qedexe li ser gerîla tê bikaranîn, divê kar li ser vê yekê bike çima çekên kîmyewî tê bikaranîn. Di demekê de ku Tirkiye bi xwe îmzeya xwe daniye binê vê peymana qedexekirina çekên kîmyewî û li gel vê jî bikar tîne.

Divê em bizanîn çawa kar li ser bikin, ji hev cihê nekin mijaran. Divê zêdetir kar li ser vê bikin ku Tirkiye peymaneke ku îmzekiriye zêdetirî 30 sal in endamê wê peymanê ye. Mijdara din jî divê em bizanin çawa li ser vê mijarê kar bikin bê ka çawa van binpêkirinên Tirkiye bigihînin qada navneteweyî ku bê cezakirin. Mixabin ji ber em netewek hatine çewandin û bê dewletin li gorî pêwîst qadên navneteweyî guh li me nagire.”

‘IRAQ DIKARE GILIYÊ TIRKIYE BIKE, EV ÇEK LI SER AXA WÊ HATIYE BIKARANÎN’

Şarezayê Jenosîdê Hêmin Hesîb bal kişand ser hikûmeta Iraqê û diyar kir ku Iraq bi xwe yek ji endamê peymannameya qedexekirina çekên kîmyewî ye, heman demê ev çek li ser erdnîgariya wê hatiye bikaranîn; Iraq dikare gilî Tirkiye bike û ev nirxandin kir: “Em Kurd dikarin di vî warî de kar bikin. Zextê li Iraqê bike ku giliyê Tirkiye bike.”

‘DIVÊ NIMÛNEYÊN AXÊ, XWEZAYÊ Û GERÎLAYÊN BIRÎNDAR BIGIHÎNIN DERVE’

Li ser rêbaza karkirina li ser çekên kîmyewî jî Hesîb ev got: “Hemwextî vê divê lobiyên Kurd jî li her derê ne tenê li bajarak çend deveran çalakî bike. Divê rojek bê diyarkirin li seranserî welatên Rojava dakevin qadan û çalakiyê bikin, bi belge û dukumenteran vê raxîne ber çavê cîhanê. Her wiha divê nimûneyên wê xak, dîsa parçeyên dar û şînatiyên ku ber çekên kîmyewî ketine. Her wiha heta ew gerîlayên birîndar bûne ji ber vê çekê bê gihandina Ewropa ku li lêkolîn li ser bê kirin. Encamên ji vir derkevin bibin belgeyên navneteweyî li ser vê mijarê.”

‘EV DESTE GIRÎNG E, DIKAR BELGEYAN BIGIHÎNE SAZIYÊN QEDEXEYÊN ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN NAVNETEWEYÎ’ 

Têkildarî avakirina Destaya lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya li Parlementoya Iraqê hatî avakirin jî Şarezayê Jenosîdê Hêmin Hesîb ev nirxandin kir: “Desteya ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî ya ji aliyê Iraqê ve bê avakirin, girîng e. Diviya bû Iraq zûtir bi vî karî rabûna, ji ber ku demek dirêje endamê vê peymannameya çekên qedexe kirî. Ev deste girîng e, eger nekare li ber Tirkiye û welatek din tiştek bike, dibe ev deste garantiya vê yekê bide li nava Iraqê rêgiriya vê bike ku careke din çeka qedexekirî bikar neîne. Dîsa kar li ser depoyên çekên qedexe ku ji dema rejîma Baas mayî ku hatine veşartin, lêkolîn bike. Li gel vê jî bi saziyên çekên qedexekirî re di nava têkiliyê de be, belge û dukumentên bikaranîna çekên qedexe bigihîne qada navneteweyî.”

‘KARKIRINA LI GEL SAZIYÊN LOKALÎ YÊN EWROPA TÊRÊ NAKE’

Li ser helwestên gelê Kurd ên derbarê bikaranîna çekên qedexe û gazên jehîr de Hesîb ev got: “Yek ji pirsgirêka Kurdan ew e ku kar li gel hinek saziyên lokalî yên Ewropa dike. Ev yek têrê nake. Li gorî nêrîna min divê nimûnan ji ax, dîsa xwezaya ku ber çekên kîmyewî ketine û heta birîndarên êrîşan bibin nexweşxaneyên derveyî welat. Ji ber ku navendên lêkolîn û cîhazên wan di warê belgekirin û piştrastkirinê de fermîtir in. Wê demê welatiyek sivîl ê asayî jî dikare bi wan belgeyên doxtoran ên ji nexweşxaneyeke Ewropa derketî li dadgeha Ewropa giliyê Tirkiye bike.

‘BEŞEK ALIYÊN SIYASÎ RÊGIRIYÊ LI LÊKOLÎNAN DIKIN’

Em dizanin beşeke siyasî li vê derê rê nade şandeyên lêkolînê biçin wan herêmên gerîla ku çekên qedexe hatine bikaranîn. Divê em mijarê ji aliyeke siyasî derxin bikin mijareke giştî ya netewî. Divê gotina yekem em nebêjin çekên qedexe li ser gerîla hatiye bikaranîn. Ev çek qedexeye li ber çi mirov, lawir û xwezayê be. Divê em kar li ser vê bikin ev çeka qedexe hatiye bikaranîn. Em vê bikin navenda karê xwe. Dema hate gotin ku ev çek li ser gerîla hatiye bikaranîn, ev dibe mijareke siyasî. Ev yek gelek carî li welatên Rojava dibe sedemê ku çavê xwe li van binpêkirinan bigire. Mijara din jî, aliyên peywendîdar çi gerîla be çi jî saziyeke Kurdî nimûneyên vê herêmê kom bike, bibe derve. Li derve li ser van daneyan lêkolîn bê kirin, ev yek girîng e. Divê em mijarê teng nekin, Tirkiye peymannameya navneteweyî binpêk kiriye, hemû cîhan li gorî vê peymanê tevger dikin. Pişte dema ev yek piştrast bû, piştre dikarin ev çek li ser kê û çawa hatiye bikaranîn derdikeve holê.”