‘Êrîşa li dijî Çelebî bi organîzeya hevpar a MÎT û Parastinê pêk hatiye’

Hat ragihandin ku kujerên Mihemed Zekî Çelebî ber bi Hewlêrê ve reviyane. Wêneyên kujeran hat parvekirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku xwe dispêre çavkaniyeke cihê baweriyê hatiye gotin ku ji 17’ê Gulanê ve rojeva sereke ya Başûrê Kurdistanê qetilkirina xwediyê restoranta Denîz û welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî ye. Heya niha jî hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe ya li beramber bûyerê diparêze.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke cihê baweriyê ku ji ber sedemên ewlekariyê navê xwe nedaye, dayî Rojnewsê, derbarê kujerên Zekî Çelebî de agahiyekî girîng parve kiriye. Çavkanî dide zanîn ku kujer revîne bajarê Hewlêrê ya di bin kontrola PDK’ê de. Her wiha têkildarê xwe spartina kujeran a ji bo Hewlêrê jî çavkaniyê ev agahî dane: “Reva van kujeran a ji bo Hewlêrê dide nîşandan ku êrîşa dijî Çelebî bi organîzeya hevpar a MİT’a Tirk û îstîxbarata PDK’ê ya bi navê Parastin pêkhatiye.”

3 wêneyên kujeran jî ligel vê agahiyê ku çavkaniyê ji Rojnews’ê re şandiye dibêje, dibe ku piştî belavkirina wêneyên kujeran kesên wan nas bikin, xwe bigihînin saziyên eleqeder ên ewlekariyê û agahiyên pêwîst di derbarê wan de parve bikin.