Serdana ji bo konê sersaxiyê yê ji bo Çelebî berdewam e

Konê taziyeya ji bo Siyasetkarê Kurd Mehmet Zekî Çelebî yê li Silêmaniyeyê hat qetilkirin ji aliyê bi sedan kesan ve hat ziyaretkirin. Fevzî Çelebî wiha got: ‘’Em ala wî li erdê nahêlin.’’

Konê taziyeya ji bo siyasetkarê Kurd Mehmet Zekî Çelebî yê 17ê Gulanê li bajarê Silêmaniyeyê bi êrîşeke bi çekdarî hat qetilkirin, ji aliyê bi sedan kesan ve hat ziyaretkirin.

Gelek kesî ji sibehê ve serdana konê sersaxiyê dike. Di serî de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek rêxistinên civaka sivîl hatin taziyeyê û sersaxî li malbatê kirin.

‘XAYINAN ÇELEBÎ BI NEMERDÎ KUŞT’

Wekîla HDP’ê Mûazzez got ku bi şehîd kirina Zekî Çelebî dixwazin peyaman bidin û wiha axivî: ‘’Heval Zekî li welatê xwe yê lê zilm didît, parastina mafê mirovan û Kurdan dikir û ji bo vê têdikoşiya. Sed sal in zilm li Kurdan tê kirin. Her hevalê mîna Zekî têdikoşe ya neçarê sirgûnê dibe ya dibe şehîd ya jî tê girtin. Heval Zekî jî yek ji wan bû. Doz lê hat kirin, neçar ma, çû. Lê mixabin, li wir, bi destên neyar û xayinan hat şehîd kirin. Ên heval Zekî kuştine diyar in. Em li ber vê tênekoşin wê ev nemerdî dewam bike. Ji girtina cenaze heta bi definkirinê bê exlaqiyeke mezin li me hat kirin. Em jî heta dilopa xwînê di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin.’’

‘EM ALA WÎ LI ERDÊ NAHÊLIN’

Kekê Mehmet Zekî Çelebî Fevzî Çelebî diyar kir ku ew ala têkoşîna ya birayê xwe li erdê nahêlin û ev gotin kirin: ‘’Mala we gel û siyasetkaran ava be ku hûn li me bûn xwedî. Heta me cenaze anî Wanê pir tehde li me kirin. Ev hişmendî hişmendiyeke qirêjî ye. Lê gelê me yê niha bi me re ye ev rewş bi me da jibîrkirin. Birayê min Zekî Çelebî ne bi tenê şehîdê me lê yê hemû Kurdistanê ye. Çelebî ne bi tenê ji bo Kurdan lê ji bo heöû bindestên li cîhanê doza azadî û wekheviyê dikir. Em ji wî hînê pir tiştan bûn. Her tim rê nîşanî me dida. Em ê ala wî ya têkoşînê hilbigirin û bigihînin serketinê.’’