Çalakiyên bîranîna 15’ê Tebaxê: 7 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin

Tîmên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya li Girê Cûdî ya girêdayî HPG’ê bi kordîneyî çalakiyên gerîla lidar xistin. Di van çalakiyan de bi kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirekr giran birîndar bûn, 2 çeper û cebilxane hatin rûxandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên gerîla hatin girtin. Di saetên şevê yên Şemiyê de tîmên bi tevger ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji bo silavkirina Cejna 15’ê Tebaxê çalakiyên kordîneyî kirin.

Di çalakiyê de ku gelek teknîk û rêbazên di nava hev de hatin bikaranîn, bi kêmanî 7 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker bi giranî birîndar bûn, 2 çepar hatin rûxandin, cebilxaneyeke mezin a dagirkeran jî hate îmhakirin.

Ji bo gerîla dest nedanin ser cenazeyan cenazeyê çar leşkeran bi dijwarî hatin bombekirin.

Hê jî cebilxaneya dagirekran dişewite û navber navber dengê teqînan tê bihîstin.