Çalakiya Sêmalka di roja xwe ya 60’an de dewam dike

Çalakiya deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG’ê ku di kemîna PDK’ê ya li Xelîfanê de şehîd bûbûn 2 meh li pey xwe hişt.

Çalakiya deriyê Sêmalka ya ku ji aliyê Saziya Malabatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji 5’ê Cotmehê destpêkiriye û her wiha 3 caran Dayîkên Aştiyê ji bo ku peyama xwe bigihînin cihên peywendîdar derbasî ser sînor bûn, lê bersiva wan nehate dayîn. Di çalakiya ku 2 meh li pey xwe hiştî de kesên ku tevlê çalakiyê bûne diyarkirin ku heya PDK cenzeyên şehîdên wan nedin ewê çalakiya xwe berdewam bikin.

Her rojê saziyek ji herêma Cizîrê cihê xwe di çalakiyê de digire. Îro Pêkhateya Ereb ya navçeya Tirbespiyê tevlî çalakiyê bûn û nêrînên ANF’ê re parve kirin.

Destpêkê welatiyê bi navê Elî Muhemed li ser armanca xwe ya tevlêbûna çalakiyê axivî û diyarkir ku wî bihîstiye ku li Deriyê Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên gerilayên HPG’ê yên ku di encama kemîna PDK’ê ya li Xelîfanê de şehîd bûne çalakî hatiye lidarxistin û ev cara yekeme ku tevlê çalakiyê dibe.

TİŞTA KU Lİ HEMBERÎ ŞEHÎDAN TÊ KİRİN BÊ HURMETÎ YE

Elî anî ziman ku ger were xwestin ewê li wir bin û çalakiya xwe berdewam bikin û got, “Tişta ku li hemberî şehîdan û dayîkên wan tê kirin bê hurmetî ye, ji ber ku wan şehîdan ne tenê ji bo gelekê, ji bo hemû gelan û axa xwe canê xwe feda kirine.

‘CENAZEYÊN ŞEHÎDÊN WAN BİDİN’

Ev çalakî ji 2 mehin ku tê lidarxistin. Heya niha hikumeta Başûrê Kurdistanê bersiv nedaye daxwazên malbatan. Ev jî dide diyarkirin ku xwîna şehîdên me biçûk dibînin.”

Di dawiyê Elî Muhemed bang li hikûmeta Başûr û Mesûd Barzanî kir ku cenazeyên şehîdên wan bidin. Her wiha beng li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tevlî çalakiyê bibin û helwesta xwe diyar bikin.

RADESTNEKİRİNA CENAZEYAN NE Lİ GORÎ ZAGONÊN NAWNETEWÎ NE

Welatiyeke din ê bi navê Seîd El Hebîb yê ji navçeya Tirbespiyê jî derbarê wergirtina cenazeyên şehîdan wiha nêrînên xwe anî ziman: “Îro em tevlî vê çalakiya şeref û rûmetê  bûne. Bi birayên xwe yên Kurd re dixwazin cenazeyên şehîdên ku di encama kemîna PDK’ê de şehîd bûne û PDK cenaze girtine û radest nake werbigirin. Heta ku cenazeyên şehîdên ku canê xwe ji bo axa xwe fedakirine em negirin, emê her li vir çalakiya xwe berdwam bikin. Radest nekirina cenazeyên şehîdan ku li aliyê din mane, ne li gorî zagonên nawnetewî ne. Em jî vê nêzîkatiyê şermezar dikin.”

Seîd di dawiya axaftina xwe de diyarkir ku ev ne cara yekemîne ku hikumeta Başûr nêzîkatiyeke bi vî awayî dike. Seîd her wiha bang li hemû pêkhateyên ku li Rojava dijîn kir ku tevlî çalakiya Deriyê Sêmalka bibin.