6 gundik hatin rizgarkirin

Şervanên ku êrîşên li ser gundê Cebîl Şêîr ê Rojava şikandin, pêşveçûna xwe ya li heman xetê didomînin. Şervanan 6 gundikên din jî rizgar kirin. Şerê li gundê Kermanco û gundikên Alî Omer û Derwîş dewam dike.

Çeteyên DAIŞ`ê îro danê sibehê êrîşî gundê Cebir Şeîr kirin. Li ser bersivdayîna şervanan şerê giran rû dan. Di encama berxwedana şervanan de êrîş bi temamî hat şikandin. Di şer de 5 çete hatin kuştin û cenazeyên 4 çeteyan ketin destên şervanan.

Her wiha wesayîteke bombebarkirî ji aliyê şervanan ve hat rûxandin. Şervanan dest danîn ser 4 klêş û 400 guleyên wê û 5 bombeyên destan û 3 bêtêlan.
Piştî ku êrîş hat şikandin, şervan ji 3 aliyan ve ketin tevgerê û 6 gundikên li derdora gundê Cebîl Şeîr ku navên wan nehat zelalkirin, ji çeteyan rizgar kirin.

Li aliyê din şervanên ku ji baskê Qadiriyê ve ji bo rizgarkirina Reqayê bi pêş ve diçûn, piştî ku êrîşa çeteyan a li ser gundê Suwidiya Xerbî şikandin, berê xwe dan gundê Kermanco, gundikên Alî Omer û Derwîş ên ku dikevin rojhilatê gundê Kerwan. Heta vê kêliyê jî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê dewam dike.