5 şervanên ku di êrîşên çeteyên Tirk de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

Cenazeyên 5 têkoşerên berxwedaniya herêma Şehbayê ya li dijî êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk şer kirin, li Efrînê hatin oxirkirin.

Bi sedan welatiyên kantona Efrînê ji bo oxirkirina her 5 şervanên Lîwaa Cebhet El-Ekrad Nîhad (Mihemed Nibo), Şîşanî El-Kurdî (Wail Dalî Hesen), Çiyaşîn (Hisên Mistor), Berfîn Amed (Sêvîn Xidir) û Birêns (Îbrahîm El-Hemîd) ku di navbera 19 û 27’ê Cotmehê de dema li dijî komên çete û dagirkeriya dewleta Tirk şer kirin şehîd bûn, li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê hatin cem hev.

Welatiyên alên Lîwaa Cebhet El-Ekrad, Ceyş El-Siwar, TEV-DEM û wêneyên şervanan bilind rakirin û bi karwanekî ve ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve birin.

Li goristanê piştî deqeyeke rêzgirtinê, Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed Mehmûd El-Sultan, li ser navê Desteya Parastinê ya Efrînê Dîcle Hisên, li ser navê Hêzên Eşîreyan Fermanarê Leşkerî Şêx Îbrahîm Xoce û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Şehbayê Hamid Rustem axivîn.

Di axaftinan de ji bo malbatên cangoriyan sersaxî hate xwestin û wiha hat gotin; “Em rê nadin ti dewletan ku xaka me dagir bike. Em soz didin gelê xwe ku em ê berxwedanê bidomînin û asta wê bilindtir bikin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê rêya wan bişopînin.”

Piştre nasnameyên her 9 şervanan hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şervanan di nava dirûşm û tilîliyan de li goristanê hatin veşartin.