4 gund û 16 gundik hatin rizgarkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê 4 gund û 16 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê 4 gund û 16 gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê yên ji eniya Mekmenê ketin nava liv û tevgerê, gundên Qendîl, Şerkî, Mihbaş, Ebû Cindil û 16 gundik ji çeteyan paqij kirin.
Şervanan li gundê Ebû Cindil ê li başûrê Mekmenê ye, çeteyek bi saxî girtin.
Her wiha wesayîtek bombebarkirî rûxandin. 6 cenazeyên çeteyan jî li herêma di kontrola şervanan de ne.