37. salvegera damezrandina PKK’ê li Şengalê hat pîrozkirin

37. salvegera damezrandina PKK’ê li çiyayê Şengalê bi merasîmeke mezin hat pîrozkirin. Hêzên YBŞ’ê jî tevlî merasîmê bûn.

37. salvegera damezrandina PKK’ê li çiyayê Şengalê bi merasîmeke mezin hat pîrozkirin. Hêzên YBŞ’ê jî tevlî merasîmê bûn. Her wiha du gerîlayên HPG’ê yên 7’ê Gulanê jiyana xwe ji dest dabûn û şervanên 26’ê Mijdarê li navenda Şengalê jiyana xwe ji dest dabûn bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin şandin. Di protolê de Fermandarê HPG’ê Egîd Civyan, Fermandara YJA Star Nûjîn Amed cihê xwe girtin. Her wiha di merasîmê de Fermandara YBŞ û YPJ Şengal Raperîn Engîzek û birayê Feysel Seît Mirat ê jiyana xwe ji dest dabû jî amade bûn. Fermandarê HPG’ê Egîd Civyan ê axaftina protolê kir got: “Ez 37. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz dikim.”

‘PKK PARTIYA ŞEHÎD, BERXWEDAN  Û KEDÊ YE’

Fermandarê HPG’ê Egîd Civyan got: “37. salvegera damezrandina PKK’ê di serî li Rêber Apo, hevrêyên xwe yên şehîd û hemû hevrêyên xwe pîroz dikim. Di vê dîroka pîroz de gelek berdêl hatin dayîn, xwîn hat rijandin. Em hemû şehîdên şoreş û Kurdistanê yên em anîn van rojan bi bîr tînin. Li hemberî bîranîna şehîdên me, çek û ala wan em dilsoziya xwe tînin cih.

‘BI AZADKIRINA ÇIYAYÊ KOLIK EM GIHIŞTIN SÎNOREKÎ DÎROKÎ’

Civyan bi bîr xist ku ev têkoşîn li her çar parçeyê Kurdistanê jî didome. Her wiha di axaftinên xwe de diyar kir ku bi têkoşîna gelê Nisêbîn, Farqîn û Licê zext hatine şkandin. Civyan destnîşan kir ku çawa li Hol, Gol Xatûnê, Kerkûkê şkandin çêbûne, her wiha îro li Şengalê jî şkandin çêdibin.

‘AZADKIRINA ŞENGALÊ BI ŞEREKÎ DU ROJAN PÊK NEHATIYE’

Civyan wiha got: “13’ê Mijdarê Şengal hat azadkirin. Gelek kes azadkirina Şengalê bi şerekî du rojan dinirxîne. Lê, ev ne rast e, ev xwe xapandin e, înkar e. Berxwedana Şengalê 15 meh in didome. Di vê berxwedanê de gelek hevalên me şehîd ketin. Bi şehadeta hevalên xwe me îro Şengal azad kir. Em nabêjin tenê me azad kir û em înkar nakin. Di vê berxwedanê de pêşmerge jî hebûn û ew jî şehîd ketin. Şervanên Êzîdî jî hebûn, ew jî şehîd ketin. Cîhan tev dizane ku yên pêşengî ji vê têkoşînê re kirin şervanên azadiyê û şervanên YBŞ’ê ne. Heta tevahî gundên Şengalê azad bibin û bê ku em bikevin ti fikaran, serî li hember ti zextan bitewînin, em ê şerê xwe bidomînin.”

Fermandarê HPG’ê Civyan di berdewama axaftina xwe de ev anîn ziman: “Bi salvegera damezirandina PKK’ê em ê 3 şehîdên xwe ber bi karwanên şehîdan oxir bikin. Hevalê Pîrdogan û Canfeda di 7’ê Gulanê de bi rûhekî fedaî şehîd ketin. Hevalê Feysel jî duh li navenda bajarê Şengalê gihişt şehadetê. Dema em ketin navenda Şengalê me destpêkê hevalên xwe yên şehîd dîtin. Li cihê ku me dixwest azad bikin, cenazeyên hevalên me hebûn. Di serî de hevalên me berê xwe dan cihê ku cenazeyên şehîdên me hene. Ev ji bo me jî kêfxweşiyek bû. Di vê têkoşînê de ev cara yekemîn e cenazeyên hevalên me dikeve destên dijmin. Rizgarkirina cenazeyên hevalên me ji bo me kêfxweşiyek mezin e.

‘MÎNAKÊN TÊKOŞÎNA ME HEVALÊN PÎRDOGAN Û CANFEDA NE’

Dema hevalên Pîrdogan û Canfeda ji bo çalakiya fedaî ketin hereketê, tevgera me vê çalakiya rexne kir. Li Şengalê pêwîstiyek me bi çalakiyek wiha tinebû. Jixwe me li Şengalê serketin bi dest xistibû. Lê, rûhê ku hevalan raber kirin rûhê serketinê, berxwedanê ye, rûhê şoreşa PKK’ê ya 40 salan e. Ruhê fedaiyan e. Rûhê Rêbertiya me ye. Ji ber vê jî em ê her tim ruhê van hevalên xwe ji bo xwe mînak bigirin û rûhê hevalên me pêşengên têkoşîna me ye. Her hevalê me dema çibûn çalakiyê çenteyên xwe tijî bombe kiribûn. Hevalên Pîrdogan û Canfeda çenteyên xwe tijî gule kiribûn û çibûn çalakiyê. Ji danê sibê saet 09.00’an heta êvarî saet 02.00’an şer kiribûn û xwe bera navenda Şengalê dabûn. Kesên ku li ser xwîna şehîdan siyasetê dikin bila li hember têkoşîna van hevalana ji xwe şerm bikin.” Civyan behsa nameya hevalên ku bi armanca çalakiya fedaî li pey xwe hiştibûn jî kir.

Civyan destnîşan kir ku di vê nameyê de hem PKK’e hem jî PDK’e tê rexnekirin, wiha dom kir: “Hevalên me di nameya xwe de wiha gotin: ‘5 meh in, Şengal di dest çeteyên DAIŞ’ê de ne. Ji ber çi di van 5 mehan de Şengal nehate azadkirin? Hem PKK’e hem jî PDK’e li Şengalê ne. Ji ber çi li ser Şengalê berjewendiyên siyasî tên avakirin. Ji ber çi berjewendiyên neteweyî tevlî hesaban nabin?’ Ji ber vê jî şehadeta hevalên me ji bo tevahî hêzên li Şengalê têdikoşin rexne bû. Pêwîst e her hêza li Şengalê têdikoşe şehadeta van hevalana ji bo xwe mînak bigirin. Pêwîst e berjewendiyên siyasî û şexsî li korziyekê bên hiştin. Şehîdên li Şengalê şehîd ketine, şehîdên tevahî Kurdistanê ne. Ne tenê şehîdên PKK’e û YBŞ’ê ne, şehîdên Kurdistanê ne. Êrîş ji kîjan milî tê bila bê, em ê ti astengiyê nas nekin û têkoşîna xwe bidomînin. Mînaka vê jî hevalên Pîrdogan û Canfeda ne.

‘ŞEHÎD FEYSEL ŞEHÎDÊ ÊZÎDXAN E’

Birayê şervanê YBŞ’ê Feysel Seît Mirat ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da jî di axaftinên xwe de ev anîn ziman:

“Birayê min jî tevlî karwanên şehîdan bû. Şehîd Feysel ne tenê şehîdê malbata me ye, şehîdê tevahî Êzîdxanê ye. Şehîdê tevahî hevalên xwe ye. Bila serê tevahî malbata şehîd sax be. Birayê min ji bo axa xwe şer kir û şehîd ket. Em soza şopandina rêya Şehîd Feysel didin.”

...