Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin
BI DÎMEN

37. salvegera damezrandina PKK'ê li Kerkûkê hat pîrozkirin

37. salvegera damezrandina PKK'ê li Kerkûkê bi pêşengiya Komela Gencanî Welatparêz, Komela Jinên Ciwan ên Welatparêz û Saziya Malbaten Şehîdan hat pîrozkirin.

37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li Kerkûkê bi çalakiyeke bi heybet hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya li salona dawetê ya Sara, ji aliyê Komela Gencanî Welatparêz, Komela Jinên Ciwan ên Welatparêz û Saziya Malbaten Şehîdan ve hat organîzekirin.

Di pîrozbahiya ku saet di 15:00 destpê kir de nûnerên Tevgera Goran, Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Partiya Komunîst a Kurdistanê (Hizbê Şûî), Tevgera Azadiay Komelgeya Kurdistanê (Tevgera Azadî), Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Hizbê Zehmetkêşanî Kurdistan, hin rêxistinên civakî yên sivîl û gelek Kerkûkî amade bûn.

Pîrozbahiyê bi peyamên pîrozkirinê yên partiyên siyasî destpê kir. Partiyan di peyamên xwe de bal kişandin ser destketiyên bi têkoşîna PKK'ê re li Kurdistanê derketine holê. Di pîrozbahiyê de her wiha sînevîzyonek li ser têkoşîna PKK'ê û axaftinên beriya niha yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser rojê, hat nîşandan.

Di pîrozbahiyê de koma ciwanên welatparêz derket ser dike û hin beşdaran helbestên xwe yên li ser PKK'ê nivîsandin, xwendin. Girseya gel tim û tim dirûşmên "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Serok Apo" qîriya. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.