3 şervanên YPG’ê yên DYA’yî ji Rojava ber bi Başûrê Kurdistanê hatin birêkirin

3 şervanên YPG’ê yên DYA’yî ku li Rojava jiyana xwe ji dest dan, ji deriyê sînor ê Sêmalka ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin verêkirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrik û Girkê Legê cenazeyên sê şervanên YPG`ê yên Amerîkî di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî başûrê Kurdistanê kirin.

Ji bo oxirkirina cenazeya sê şervanên YPG`ê yên Amerîkî bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê, Girke Legê, şêniyên gundewarên koçeratan, aliyan û beravê tevlî merasîmê bûn. Her sê şervan di hemleya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina bajarê MInbicê ji çeteyên DAIŞ`ê jiyana xwe ji destdabûn.

Şêniyan cenazeya her sê şervanan ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê wergirtin û bi karwanekî ji wesayetan ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve birin.

Piştî ku karwana ji wesayetan a heybet gihîşte deriyê sînor ê Sêmalka merasîm hate lidarxistin û her sê têkoşer rêkirin başûrê Kurdistanê. Ji başûrê Kurdistanê wê derbasî Amerîka bikin.

Li gorî agahiyên Saziya Malbatên Şehîdan  nasnameya her sê şervanan wiha ne:

 

Nav û Paşnav: Jordaan Andrew

Nasnav: Ciwan Firat

Cihe Jidayikbûne: Colorado- Amerîka

Cih û Dîroka Tevlîbûne: 13-01-2016 bajarê Dêrikê

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 03-08-2016

…………………………………….

Nav û Paşnav: Well Savaj

Nasnav: Amed Kobanê

Cihê Jidayikbûne: Marîs-Amerîka

Cih û Dîroka Şehadetê: 10-08-2016

…………………………………….

 

Nav û Paşnav: Livi Jonasin Shirli

Nasnav: Agir Şervan

Cihê Jidayikbûne: Navada- Amerîka