3 gundên din ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 3 gundên din jî rizgar kirin. Di şer de 13 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û miqtarek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

“Operasyona Şehîd Feysel Ebû Leyla” ya ji hêla Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate destpêkirin, li çoltera başûr a Minbicê dewam dike.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, gundên Til Osman, Şems El-Dunya El-Wistanî û Şems El-Dunya El-Tehtanî El-Xerbî yên 35 kîlometre dûrî navenda bajarê Minbicê ne û li başûrrojhilatê bendava Tişrînê cih digire, ji ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Di şer de 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, her wiha 7 çekên kleş, 200 guleyên wê, çekeke BKC, Qernasek, 2 bêtêlên dîjîtal, 19 bombeyên destan û çekeke RPG’ê hatin desteserkirin.