3 gerîla ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê Mehmet Zana Ozcan (Dara Alî), Cahît Beyhan (Seyîd) û Şehrîban Kaya (Nûda Wan) bi merasîmek girseyî ve ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin.

Gerîlayên HPG’ê Mehmet Zana Ozcan (Dara Alî) û Cahît Beyhan (Seyîd) ên ku di operasyona artêşa Tirk de ku 22’yê Cotmehê li bejahiya gundên Olek û Oleka Jor a girêdayî navenda Bedlîsê  hatibû destpêkirin, di encama bomberdûmanan de jiyana xwe ji dest dabûn û Gerîlaya YJA Starê Şehrîban Kaya (Nûda Wan) a ku li gundê Oranis a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmên girseyî hatin veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ozcan piştî karûbarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê, anîn gundê Nîst ê girêdayî navçeya Norşîn a Bedlîsê. Cenazeyê Ozcan ê bi alaya kesk, sor û zer pêçayî di têketina gund de ji hêla gelek kesî hat pêşwazîkirin, piştî wecîbeyên olî li ser milan anîn goristan gund. Piştî rêzgirtinê, cenazeyê Ozcan bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hat veşartin.

Cenazeyê Cahît Beyhan (Seyîd) ê di heman bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dabû jî piştî wecîbeyên olî yên li gundê Xims ê girêdayî Tetwanê, li ser milan anîn goristana gund. Piştî rêzgirtinê, cenazeyê Beyhan di nav tilîliyan de hat veşartin.

Ji bo Ozcan li gundê Nîst, ji bo Beyhan jî li gundê Ximsê şîn hat danîn, cenazeyê gerîlayekî HPG’ê jî ji bo teşxîskirinê hê li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê tê rawestandin.

Cenazeyê Şehrîban Kaya (Nûda Wan)  ji Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê hat wergirtin û anîn Goristana Taxa yenî ya girêdayî navçeya Îpekyolûyê. Tevî Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, MEYA-DER, gelek kes tevlî merasîma cenazeyê bûn. Piştî cenazeyê Kaya hat veşartin, ji bo şehîdên şoreşê rêz hat girtin. Bav Abît Kaya got; “Keça min ne tenê ya min, şehîda tevahî Kurdistanê ye. Serê tevahî gelê Kurd sax be. Em ê şopandina rêka Şehrîban bidomînin.”

Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan jî diyar kir ku ciwanên Kurd li dijî plana têkbirinê ya dewleta Tirk canê xwe datînin holê, soz da ku wê xwedî li van nirxên ku di oxira wan de can tê dayîn derkevin.

Ji bo Kaya wê li Taxa Yeşîlyûrt a li Avcilara Stenbolê sersaxî bê qebûlkirin.