27'ê Mijdarê li Mexmûrê ji aliyê gel û gerîla ve hat pîrozkirin

37. salvegera damezrandina PKK'ê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) ji aliyê gel û gerîla ve bi şahiyekê hat pîrozkirin.

37. salvegera damezrandina PKK'ê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) ji aliyê gel û gerîla ve bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de ji fermandarên HPG'ê yên eniya Kerkûk-Mexmûrê Bawer Serhat, Şahîn Amed, Selîm Zîlan û ji fermandarên YJA Starê Rengîn Gabar û Zozan Penaber jî amade bûn.

Di merasîma leşkerî ya pîrozbahiyê de Fermandarê HPG'ê Bawer Serhat peyivî û da zanîn ku PKK ji roja ava bûye heta îro ji gelê Kurd û hemû gelên bindest ên li herêmê bûye çavkaniya hêviyê û ev hêvî îro di asta herî bilind de dewam dike.

Serhat ragihand ku bi damezrandina PKK'ê re Kurdan dest bi şikandina zincîrên mêtîngerî û koledariyê kirine û got, "Lewma Tevgera PKK'ê tevgereke mezin a azadiyê ye. Li dijî koledariyê ruhê berxwedanê yê di xwezaya mirovan de heye, ji nû ve zindî bû. Ji ber vê eykê, roja damezrandinê xwedî wateyeke dîrokî ye." Serhat 27'êL Mijdarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û hemû gelên bindest ên li cîhanê û Rojhilata Navîn pîroz kir.

KURDISTAN LI BER XWE DIDE

Serhat ragihand ku weke Hêzên Parastina Gel (HPG) ew her tim amade ne gelê Kurd û mafên gelên bidest biparêzin û got, "Îro li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat, gel û gerîla berxwedaneke mezin pêk tînin. Ev berxwedan ruhê berxwedanê yê mezin ê kevneşopiya PKK'ê ye ku diyarî azadiyê hatiye kirin. Yê ku ev ruh daye me, ruhê azadiyê yê Rêber Apo ye. Ev ruh wê me bigihîne serketinê. Ev ruh wê me bigihîne Kurdistana azad û azadiya Rêber Apo."

Piştî axaftina Serhat pîrozbahiyê destpê kir. Koro, skeç û govenda ji aliyê gerîla ve hat amadekirin, hat nîşandan. Pîrozbahiyê bi stran û gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.

...